Rojnamevanên kurd Tirkiye û Iraqê protesto kirin

ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hero Behadîn çalakîyekê li dar xistin.

Ciyê vê çalakîyê pêşîya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê bû.

ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hero Behadîn çalakîyekê li dar xist.

Ciyê vê çalakîyê pêşîya Sefaretxaneya Iraqê ya li Brukselê bû.

Xebatkarên medyaya kurd ên li Belçîkayê tevlî vê çalakîyê bûn û herwiha Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîkayê destekê da çalakiyê de.

Di bernameyê de bi kurmancî, soranî, îngilîzî û erebî daxuyanîyê hat xwendin.

Daxuyanîya kurmancî ji alîyê rojnamevan Gulistan Çiya Îke ve hat xwendin.

Di daxuyanîyê de polîtîkayên şer ên dewleta tirk hatin şermezarkirin û bêdengîya Iraqê hat protestokirin.

Herwiha ji Iraqê van daxwazan hatin kirin:

– Divê ewlekariya jiyana rojnamevanan û şert û mercên wan ên ji bo îcrakirina karê xwe bû dabînkirin,

– Divê mafê civakê yê wergirtina agahiyan bê parastin,

– Failên qetilkirina rojnamevanan bên cezakirin.”

Piştî daxuyanîyê, şandeyeke ji 3 jinên rojnamevan pêk dihat, bi nûnerên Sefaretxaneya Iraqê re hevdîtineke kurt kirin û daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin.

Li Silêmanîyê hatin kuştin

Rojnamevanêm kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn DI 23yê Tebaxê de li navçeya Seyidsadiq a bi ser Silêmaniyê ve ji alîyê balafirireke bêmirov a Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin.

Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di dema êrişê de di wesayîta şîrketa Chatr Productionê de bûn.

Di êrîşê de rêveberê Chatr Productionê Rêbîn Bekir jî di nav de, 6 kes birîndar bûbûn.

Berîya vê êrişê, di 15? tebaxê de Tirkiye û Iraq Peymana Hevkariya Leşkerî,  Ewlekarî û Dijî Terorê” mor kiribûn.

——————————————————-

Fotoyê sereke: Rojnamevana kurd Gulistan Çiya Îke piştî hevdîtina bi nûnerên Sefaretxaneya Iraqê re daxuyanîyek da çapemenîyê. 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran …