Rojavayê Kurdistanê hat bombebarankirin

Artêşa tirk bi dronan, top û obusan êrişî Kobanê, Qamişlo û gelek wargehên din ên li Rojava kirin.

Rojavayê Kurdistanê duh rastî bombebarana dewleta tirk hat.

Artêşa tirk bi dronan, top û obusan êrişî Kobanê, Qamişlo û gelek wargehên din ên li Rojava kirin.

Tirkîye sebeba vê êrişa dawî êrişa bi ser navenda hilberîna leşkerî ya li Enqereyê nîşan da.

Di êrişên dewleta tirk de gelek santralên enerjîyê û navendên din ên binesazîya Rojava hatin armanc girtin.

Li aliyekî din, Kantona Şehbayê û Til Rifat jî rastî topbaraneke giran hatin.

Hat ragihandin, zirar û ziyaneke mezin a madî pêk hatîye û hin sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Windahîyên herî zêde li Swêdîyê ya bi ser Qamişloyê ve pêk hatin.

8 karkerên kargeha gazê ya li Swêdîyeyê jiyana di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan.

Di heman şevê de dewleta tirk êrişî Şengalê û hin hedefên li Silêmanîyê kirin.

Zirar û windahîyên di encama êrişên şeva borî yên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê hîn baş nehatine zelalkirin.

Gotinên Bahçelî

Hêjayî bibîrxistinê ye, di rojên dawî de li Tirkîyeyê li ser îhtimala proseyeke nû ya aştîyê gotûbêj diharin kirin.

Mijara aştîyê bi gotinên serokê partîya netewperest a faşîst MHPê Devlet Bahçelî ketibû rojevê.

Bahçelî di axaftina xwe ya dawî de gotibû, bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive û dawî li şerê navxweyî bîne.

——————————————–

Foto: Dîmena êrişa li dijî Kobanê/ANHA

Infowelat

Rojavayê Kurdistanê di bin bombebaranê de ye

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî

A.Rahman Çelîk Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide. Serokê Amerîkayê …