“Mayrîg, hayrîg…”

Welat Ayaz

Ew tîrêjên rengîn ên bi ronahiya xwe derdorê li nava hev dixistin dema jinûve vekişiyan şînê xwe yê herî paqij, qertel Mûsa avêt ser pişta xwe û bi lez û bez li ber bayê ket, ber bi Çiyayên Pîranê ve firîya. Çiyayên Pîranê ber bi esmanê heft qatî ve diherikîn.

Di tariya şevê de bahozeke xedar deştê wêran dikir. Erd û asîman bi qêrîna dijwar a bahozê dihejiya, tozeke giran ji erdê bilind dibû, deşt ji nişkave di nav toz û tebara zer de wenda dibû.

Dûre ji esmanê Qerejdaxê topeke ronahiyê diteqiya, şîneke tîr… Demekê stêrk di nav hev de dilerizîn û tevî çirûskên xwe li ser deştê diherikîn. Mûsa kêliyek xwe li ser pişta Qerejdaxê dît. Laşê xwe yê di nav dorpêça kabûsan de ji lûtkeya Qerejdaxê ku bi wan çirayên şîn hatibû şûştin, berda nav tariya deştê. Dema laşê wî yê bi tirs, gemar û piçûk gihîşt deştê, bi hezaran mirovên mirî ji erdê derketin û dora wî girtin. Mûsa bi tirs û xof demekê di nava miriyan de ma û ji ber çavan winda bû. Bi sedan, bi hezaran seriyên hestî (qaqot), miriyên demên kevnar ên li deştê hatine veşartin, li dora Mûsa girtin mîna birçiyên bedeneke zindî, wusa ecêb… Mûsa bi destên xwe rû û çavên xwe nixumandibû, newêrîbû carekê jî çavên xwe veke û li van seriyên hestî binêre ku bêyî rawestan li dora wî diçûn û dihatin. Xwe di nava kabûsên tarî de dît. Tam di wê kêlîyê de, qertelek reş ê qetran ji jor dadiket ser deştê ku dengên xerîb derdixist û bala miriyan jî dida ser xwe. Qertel hat û bi pencên xwe yên mezin Mûsa ji nav miriyan girt û di derbekî de firiya esmanan. Qertelê reş ê dêwane, Mûsa li pişta xwe kir û ber bi çiyayên bilind ve herikî. Wê kêliyê tîrêjên şîn ên kûr xwe berdan ser girên bira û xweza bi tevahi di nav deryayek rengeşîn de xemiland. Piştî demekê, çirayên şîn veguherîn rengên curbecur, şev bi tîrêjên rengîn dagirtin. Tayfa rengan diherikî, bi şewqa xwe tariya şevê ji hev vediqetand. Mûsa û qertel di vê ronahiya heft reng de reng diguherandin û demekê li lûtkeyên Erxeniyê dibiriqîn. Ronahî demeke dirêj li lûtkeyên her du çiyayên bira şewq da, dûre bi tayfên dirêj hat û ber bi bajêr ve herikî, li deştê bi sedan û hezaran mirîyên gerok bi xwe re bir. Ew tîrêjên rengîn ên bi ronahiya xwe derdorê li nava hev dixistin dema jinûve vekişiyan şînê xwe yê herî paqij, qertel Mûsa avêt ser pişta xwe û bi lez û bez li ber bayê ket, ber bi Çiyayên Pîranê ve firîya. Çiyayên Pîranê ber bi esmanê heft qatî ve diherikîn. Lûtkeyên wan di nav ewrên spî de veşartîbûn û nedihatin naskirin. Qertel û Mûsa carinan di nav ewrên reş ên çolê de wenda dibûn, carinan jî ji nişkave ewran diqelişandin û diketin nav valahiyên tarî; diherikîn wan axên rengîn ên bêxwedî ku ji demên wenda mane; dihatin li ser lûtkeya zer a Çiyayên Pîranê datanîn. Paşê sûretê Şêx Seîd derdiket pêşberî wan. Sûretê Şêx ê di nav kincên spî de hat û li kêleka qertel û Mûsa daket, li wan nêrî bi çavên ewçend hov, dijwar û ji zulm û kederê westiyayî. Paşê Şêx ji sûretî derket, hat û destpê kir qertelê dêw ê perrên wî yên reş di ronahiya heyvê de dibiriqîn miz bide. Mûsa matmayî li Şêxê ku qertelê miz dide nêrî, xwe hew ragirt û hat ket navbera Şêx û qertel. Wê demê Şêx, Mûsa ferq kir. Şêx bi eşq li Mûsa nêrî û jê pirsî: “Ev qertel ê te ye?” Mûsa: “Erê, ê min e.”  Şêx got: “Qertelekî pir xweşik e”. Mûsa pesnê xwe da. Paşê di çavên Şêx de li hemberî Mûsa rehmeke mezin xuya bû. Şêx, Mûsa di hembêza xwe de girtibû û herdu jî li ser pişta qertelê dêw siwar bibûn. Qertel vê care ew birin û di derbekê de li deştê danî.

Zarokekî ermenî ku di dema jenosîdê dê û bavê xwe iwnda kirîye. /www.genocide-museum.am

Deşta tarî, miriyên li erdê û dengên xerîb ên di tariya şevê de ji miriyan bilind dibûn ku geh zêde geh kêm dibûn, siyên ecêb ên di şevê de dirêj bibûn û bi hezar tirsên din… Qertelê dêw ku perrên wî yên reş di ronahiya heyvê de bibûn şewqeke pola, li ezmanê tarî yê deştê sê caran çemberekê xêz kir, firiya û hat gundê Peyasê, li ser girê Peyasê danî. Şêx, Mûsa hembêz kir, bi lez û bez bi cil û bergên spî çû goristana li ser gir û di nav bêdengiyeke pîroz de li ser gorên kevnar ku bi hukmê demê bibûn xwelî, dest bi xwendina duayan kir. Gava duayên bêdawî qediyan, Şêx hat bi nermî Mûsa hembêz kir û dîsa li ser pişta qertelê reş siwar bû. Qertel wan girt û ber bi axa Banaqizê ve firiya. Qertel li ser gora ku zarokan li qeraxa Banaqizê çêkiribûn danî û dest bi qêrînê kir. Qêrînên qertel di wê şeva tirsnak de deng veda û hema di nava axê de xeniqî. Dema ku Mûsa guhê xwe da wî dengê sivik, Şêx ji nişka ve ew hembêz kir û ber bi gorêve herikî. Hezkirina Şêx ji bo wî, ji hezkirina bavekî ji kurê xwe wêdetir bû. Mûsa li ber vê evîna kûr ji bextewariyê dîn dibû û nizanîbû çi bike. Şêx demekê li ser wê gorê di bêdengiyek pîroz de dest bi duayên ne diyar kir. Mûsa li kêleka Şêxê xwe yê li ser gorê rawestiya, tevgerên Şêx teqlîd kir û di xemgîniya veşartî ya wê kêliyê de, heman mîna aramiya pîroz a Şêxê xwe dest bi duayên xerîb kir. Mûsa yê ku heta wê kêliyê duyek jî nizanibû, hemû duayên dinyayê di nava xwe de hîs kir, xwe winda kir û bû alim û mamosteyekî ku xwe bi dîn û îmanê ve girêdaye. Piştî ku mîna Şêxê xwe li ser gorê duayên xerîb xwendin, vê carê destên Şêxê xwe girtin û ew bir ber zinaran. Li vir çenteyê zilamê mirî ku berê, wî û hevalên xwe veşartibûn dît û anî ba Şêx. Mûsa ji Şêx re got: “Binêre, ev çenteyê zilamê mirî ye. Ew li vir miriye. Hevalê min Welî ji bo zarokên din nebînin bi qestî ew veşartiye. Binêre, li vir gelek wêneyên şervanan hene. Binêre, ev tebaqa titûnê ye, ev qalûn û çira ye, ev jî tizbîya kehrîbar e.”

Paşê Şêx û Mûsa demeke dirêj li wêneyên şervanan mêze kirin. Şervan bi cûre cûre çekên di destên xwe de, bi şêwazên cûda, li ser fotografan wusa cimidî mabûn. Şêx di wê kêlîyê de di nav hestên xerîb de winda bibû; dema li wêneyan mêze dikir, hêsir hêdî hêdî ji ser gepên wî diherikîn. Mûsa dema bi hêsirên Şêx hesiya, ji ber ku ew bûye sedema wan hestan şa bû û çavên xwe zivirand ser eşyayên din. Çiraya xemilandî li nav tiliyên xwe dibir û dianî, li nexşên ser çirayê dinêrî,  paşê tebaqeya zengarî ya titûnê digirt, qalûnê dirêjî devê xwe dikir, mîna ku bikişîne dikişand nava xwe, tizbiya kehrîbar eynî mîna xoceyan digirt destê xwe û moriyên wan dijimart, dûre dîsa vedigeriya ser fotografan, herî kêm deh car li fotografek dinêriya û di bin awirên tije rehm û dilovanî yên Şêx de diherikî nava xeyalan. Şêx bi eşq li Mûsa nerî û dîsa ew hembêz kir. Bi hev re li ser pişta qertel siwar bûn. Piştî ku qertel sê caran li deştê gerîya, hat û daket ser ava Hemrewatê. Şêx dîsa Mûsa hembêz kir, hat ber qeraxa avê, destên xwe ber bi esmên ve bilind kir û duayên nezelal xwend. Piştî duayên dûvedirêj rabû, bêyî ku li paş xwe binêre ber bi Qerejdaxê ve meşiya û di nav tariya deştê de wenda bû. Mûsa di nava vê çola tarî û tije kabûs de demekê bi tenê ma, temaşe kir li Şêxê ku di nav tariyê de tevî xeftanê xwe yê spî yê dirêj wenda dibe.

Ji kûrahiya ava Banaqizê dengên lawaz dihatin bihîstin. Dûre, siyên xerîb li ser rûyê avê xuya bûn. Seriyên hestî yên miriyan bi çavên meraqdar li wî zarokê ku li deştê bi tena sere xwe mabû û bi tirsê re têdikoşiya digeriyan. Zarokek digiriya. Qêrîna bi êş a zarokî her diçû bilind dibû û di wê şeva reş de olan dida. Mûsa bêyî ku çavên xwe ji ava li tenişta xwe bide alî, ber bi dara çinarê ya kevnare ku li kêleka zinarên aliyê rastê bilind dibû, bezî û di bin siya wê de xwe veşart. Siya Çiyayên Pîranê ku lûtkeyên wan ber bi esmên ve diherikîn; ji bakur ve dirêj dibû û dihat, hemî deştê, avê, zinarên li tenişta avê, guliyên daran, dara kevnare ya çinarê ku pelên wê digihaştin erdê, zarokê ku bi tirs xwe li pişt darê veşartiye, tev de dorpêç dikir û di nava tariyek tîr de asê dikir. Deşt her kêlî tarîtir dibû, her tiştî dadiqurtand, mîna rovî, ne mimkûn bû ku mirov teştekî bibîne. Dûre ji çar aliyê deştê qêrîn bilind dibû û nalîna zarokan ditepisand. Di wê gavê de ji ezmanê tarî ronahiyek derket û deşt ji hev perçe kir. Wêneyê Şêx ji nava ronahiya şêrîn xwuya bû û li ser deştê geriya. Wêneyê Şêx li ser ava Alaweyê ya li ser axa Banaqizê danî. Şêx ji sûretê xwe derket û zindî bû. Cendekê Şêxê ku ji nû ve vejiyabû, di nava cil û bergên spî yên dirêj de ji nişka ve kete avê. Laşê Şêx sê caran di nav avê de çû û hat, ji cil û bergên wî, por û rihên wî yên spî ava tîr rijand û paşê daket ser kevirên kêleka avê. Di wê kêlîyê de ava Alawe dest bi xire xirê kir. Çaviyên ku li ser rûyê avê çêdibûn, dibûn kefek spî û bi dengekî tirsnak li zinarên di bin kefzeke hêşîn de bêhn didan diqelibîn. Dengê pêlan, bi qîrînên ku li tariya şevê bilind dibûn vediguherîn dengên ecêb û diketin nav wê tariya veşartî; wî zarokê ku xwe li nav zinaran veşartiye, bi hestên tirsnak ji xwe ve dibirin. Di wê kêlîyê de bi sedan, bi hezaran çav di nav avê de xuya dibûn, di nav tirsê de li Şêx dineriyan. Alîkarî dixwestin, diqêriyan ‘Hawar, hawar!’… Ew qêrînên tirsnak ên zarokan qala bûyereke trajîk dikirin. Ew, qêrînên zarokan bûn, ji qedereke ku dawiya wê tim mirin bû veqetiyabûn û deştê tevlihev dikirin. Nazik, dirêj û bêsekan bûn. Qêrînên ku li eniya şeveke xerîb diketin, qêrînên ku mirov dîn dikirin û mirov li ber ji mirovatiya xwe şerm dikir… “Mayriiig, hayriiig, mayriiig, hayriiig…” Hawara zarokan mîna çemên li deştê diherikîn, îsyan dikir li hember tirsên tarî yên bûne şahidê demên erjeng, li hember kabûs, cin û nişteciyên vê axê ku mexlûqên nenas ên demên nediyar layiqê wan dîtine…“Mayriiig, hayriiig, mayriiiig, hayriiiig…”

Foto: Dîmeneke ji Jenosîda Ermenîyan ya di 1915an de ji alîyê dewleta Osmanî ve hatibû kirin/www.genocide-museum.am

 

Welat Ayaz

Di sala 1977an de li Amedê ji dayik bûye. 2007an de Zanîngeha Çukurova'yê beşa Mamostetiya wêneyê qedandîye. Ayaz li Tirkîyeyê 10 salan mamostetîya wêneyê kirîye. Gotarên wî di Ozgur Politika, Nûçe Ciwan û Infowelat de hatine weşandin. Çend romanên wî yên ku li ser têkoşîna gelê kurd hatine nivîsandin, ji ber qedexeyên li ser weşanên bi vî rengî, hîn nehatine weşandin. (Welat Ayaz ji ber qedexeya fikir u ramana li ser Kurda ku li Tirkîyê didome, heya demekê nivîsên xwe bi navê Avreş JIYAN nivîsandiye.) Ayaz ji bo domandina xebatên xwe yên nivîsê terka Tirkîyeyê kir û niha wekî penaberekî polîtîk li Ewrûpayê dijî.

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …