Mamosteyên Zimanê Kurdî têne perwerdekirin

 

 

GIRKÊ LEGÊ- Bi armanca amadekirina mamosteyan Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) a herêma  Girkê Legê dewreya zimanê kurdî ji mamosteyan re vekir.

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya herêma Girkê Legê di 15‘ gulanê de derwereyeke zimanê kurdê ji bo mamosteyên zimanê kurdî da destpê kirin.

Dewreya perwerdeyê  li navenda TZP‘ê ya bajaroka Rimêlan bi tevlêbûna 167 mamosteyên zimanê kurdî yên herêma Girkê Legê, Çelaxa û gundên herêma Aliya  tê dayîn.

Mamosteyên zimanê kurdî di hefteyekê de 3 rojan  dersên derbarê rêgezên zimanê kurdî, wêje, dîroka kurdî û şêwazên fêrkirinê  hate dayîn.

Dewreya perwerdeyê wê heta vekirina dibistanan dewam bike.

Her wiha TZP‘ê amadekariyên vekirina peymangeheke zanista perwerdeyê dike. Li gorî rêveberên TZP‘ê  peymangeh wê piştî 15 rojan were vekirin.

Jêder: ANHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …