Qehremanê Wîetnamê Gîap jîyana xwe ji dest da

Qehremanê serxwebûna Wîetnamê General Vo Nguyen Gîap di 102 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Gîap di şerê serxwebûnê de artêşên Fransa û Amerîkayê têk biribûn û bi vî awayî riya diçû serxwebûna Wîetnamê vekiribû.

Rayedarê Wîetnamê ragihandin ku General Gîap saet di 6:30’ê sibehê ya 4’ê Cotmehê li nexweşxaneyeke li bajarê Hanoiyê jîyana xwe ji dest daye. Beriya eşkerekirina mirina wî, di tora sosyal a welêt de rêzdariya ji bo Gîap ku wekî “qehremanê welat” hatibû binavkirin, hat nîşandayîn.

Gîap yek ji kesên herî nêzîk ê serokê Wîetnamê Ho Chi Minh bû û lîderê dawiyê yê nifşa şoreşa Wîetnamê bû. Gîap piştî vekişandina hêzên Amerîkayê û yekbûna bakur û başûrê Wîetnamê ya di 1975’an de, bûbû Wezîrê Parastinê yê welat û vî wezîfeya xwe heta 1980’î berdewam kiribû.

Gîap di destpêka salên 1990’î de bi Le Duanê ku di hikumeta Wîetnamê de xwedî giraniyeke mezin bû, li hev nekirûbû û rola wî ya di siyasetê de hatibû kêmkirin. Di encama nakokiyên wî yên bi rêvebiriyê re, 1991’an de Gîap ji Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst îstifa kiribû.

Fermandar Gîap ku di 25 Tebaxa 1911’an hatibû dinyê, di dîroka leşkerî de yek ji stratejîstên herî mezin ê di dîrokê de tê dîtin. Gîap serkeftina xwe ya ewîlî ya mezin di 1954’an de li hember hêzên dagirker ên Fransayê bi dest xistibû. Dî şerê li Dien Bien Phuyê de artêşa fransewî têk çûbû û di encama vê de ji Wîetnamê vekişiyabû. Ji bilî vê, Gîap di şerên Lạng Son (1950), Hoa Binh (1951–1952) ên li hemberê hêzên fransewî û Êrîşa Tet (1968), Êrîşa Serê Salê (1972) û Sefera Ho Chi Minh (1975) a li hember hêzên amerîkî rolekî mezin lîstibû.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …