Pezeşkîyan çû serdana başûrê Kurdistanê

Serokê Îranê Pezeşkîyan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de çû başûrê Kurdistanê.

Mesûd Pezeşkîyan li Hewlêr û Silêmanîyê bi rêveberên herêmê re hevdîtinan kirin.

Serokê Îranê Pezeşkîyan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de çû başûrê Kurdistanê.

Mesûd Pezeşkîyan li Hewlêr û Silêmanîyê bi rêveberên herêmê re hevdîtinan kirin.

Pezeşkîyan li payyext Hewlêrê ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Barzanî serdana serokê Îranê ya bi Kurdistanê bi gotina “rojeke dîrokî” pênase kir.

Bi dûv vê hevtînê re, Pezeşkîyan serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî û serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re rûnişt.

Piştî hevdîtinan, ji ofîsa serokomarîya Îranê vê peyama Pezeşkîyan hat ragihandin:

“Em hêvî dikin hevkarîya aborî û bazirganîyê ya bi herêma Kurdistana Iraqê re berfireh bikin.”

Paşê, Serokê Îranê çû serdana bajarê Silêmanîyê.

Pezeşkîyan li Silêmanîyê bi şandeyeke di bin rêveberîya serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî re civînekê li dar xist.

Pezeşkîyan li Silêmanîyê bi şandeya Bafil Talabanî re rûnişt./Medyaya Sosyal

Berîya serdana xwe ya Kurdistanê, serokê Îranê çûbû Bexdayê û bi hukumeta Iraqê re hin peymanan îmze kiribûn.

Navbera Îran û rêveberîya Hewlerê heta kurtedemek berê jî nebaş bû.

Îran di 2022 û di 2024an de bi moşekên balîstîk êriş biribûn ser baregehên (Partîya Demokrat a Kurdistana Iranê) PDKÎ  yên li başûr.

Hikumeta Hewlêrê li ser daxwaza Tehranê kampên PDKI girtibûn û hêzên leşkerî yên vê partîyê ji sînorên Îranê dûr xistibûn.

————————————–

Fotoyê sereke: Mesûd Pezeşkîyan û Nêçirvan Barzanî/Medyaya Ssoyal 

Infowelat

Îran careke din êrişî Hewlêrê kir

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …