Pêvajoya amadekirina protokola ziman dest pê dike

Pêvajoya amadekirina Protokola Garantiyên Mafên Ziman ku wê di 2016’an de be bidawîkirin, li Barselonayê dest pê dike. Di protokola nû de wê wekheviya di navbera zimanan de û bi taybetî destekirina zimanê bi xetereyê re rû bi rû ne cî bigire.
Konseya Sosyal a Zimanê Baskî (Konseilua), Rêxistina Netewe û Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO), LINGUAPAX (saziya aştiya ziman), Tora Wekheviyê ya Zimanên Ewropî (ELEN), Navenda Ewropî ya ji bo Mijarên Kêmar (ECMI) û ji Katalonyayê CIEMEN wê beşdarê civîna ku di 2’yê Tîrmehê de bê lidarxistin, bibin.

goi_bilera
Di çarçoveya vê projeyê de di destpêkê de wê di navbera pispor û aktîvîstên ziman de nîqaş bên meşandin û di encama vê de protokoleke ku tê de tedbîrên ji bo garantîkirina mafên ziman ên hemû kom û civakan heye, bê amadekirin. Organîzatorên projeyê didin xuyakirin ku “vê carê rêxistinên sivîl ên ku doza wekheviya ziman dikin biryarê bidin.” Piştî civînen amadekar wê protokola hatiye amadekirin di Kanûna sala bê de di Zîrveya Ewropî ya Cihêrengiya Ziman a li Bajarê Çandê yê Ewropayê Donostia/San Sebastian a 2016’an tê lidarxistin, bê pêşkêşkirin.

Bi vê protokolê dixwaze bê nîşandayîn ku garantîkirina cihêrengiya ziman û pêkanîna mercên ku ziman tê de pêş dikeve ji bo bihevrejiyana aştîxwaz pir girîng e. Herwiha te xwestin ku amûreke kêrhatî ya ji bo wekheviya ziman û zimanên di mercên dezavantaj de ne bê avakirin.
Jêder: Kontseilua.eus/ Ciemen.cat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …