Parlamentoya Swîsreyê Jenosîda Êzdîyan nas kir

Parlamentoya federal a Swîsreyê ji bo dengdana pêşnîyazbiryarê Jenosîda Êzdîyan di 17yê çirîya paşîn de dengdanekê li dar xist.

Di dengdanê de li hemberî 62 dengên na, 27 dengên bêalî û bi 105 dengên erê pêşnîyazbiryar hat qebûlkirin.

Parlamentoya Swîsreyê Jenosîda Êzdîyan nas kir.

Parlamentoya federal a Swîsreyê ji bo dengdana pêşnîyazbiryarê Jenosîda Êzdîyan di 17yê çirîya paşîn de dengdanekê li dar xist.

Berîya dengdanê xwedîyê pêşnîyazbiryarê Fabian Molina û Sîbel Arslan axaftinekê kirin.

Parlamentera Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Fabian Molina di rûniştşna taybet de wiha axivî:

“Sûcên hovane yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine kirin, ji aliyê tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî, UNITAD û rayedarên din ên vekolînê ve hatine belgekirin û îsbatkirin. Civaka navneteweyî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bi giştî qebûl kiriye ku sûcên hatine kirin di çarçoveya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Qirkirinê de qirkirin e.”

Partiya Keskan Sîbel Arslan jî di civînê de bal kişand ser asta komkujiyê û wiha axivî:

“Neteweyên Yekbûyî ev sûc weke qirkirinê pênase kir. Gelek dewletên cuda bersiva vê banga Neteweyên Yekbûyî dan. Ji bo ev hovîtî bêceza nemîne, divê em bibin alîkar.”

Piştî axaftinan ji bo pêşnîyazbîryarê dengdan hat lidarxistin.

Di dengdanê de li hemberî 62 dengên na, 27 dengên bêalî û bi 105 dengên erê pêşnîyazbiryar hat qebûlkirin.

Naveroka bîryara jenosîdê

Naveroka belgeya hat qebûlkirin bi kurtahî wiha ye:

“Koçberkirina bi darê zorê, destavêtin, cînayetên sîstematîk ên ku bi armanca qirkirinê li dijî Êzidiyan hatine kirin, her wiha wêrankirina cihên wan ên îbadetê bi tundî şermezar dike;

Êrîşên DAÎŞ’ê yên ji 3’yê Tebaxa 2014’an û vir ve li dijî kêmarên olî yên êzidiyên li Iraqê weke qirkirinê qebûl dike;

Daxwaz dike ku ev pêşnîyazbiryar ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ve bi rêya tora xwe ya dîplomatîk ji civaka navneteweyî re bê şandin;

Daxwaz ji Konseya Federal dike ku ji bo sûcên ku hatine kirin, pabendbûna navdewletî bide.”

———————————————–

Infowelat

Foto: Parlamentoya Swîsreyê/Ch-info.swiss

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …