Parlamaneterê Ermenistanê serdana Anli kir

 

 

 

Şandeya ku Parlamenterê Parlamentoya Ermenistanê Akhoyan Aragats jî di nav de hate serdana Hevşaredar Firat Anli û ew vexwende olîmpîyatên li Ermenistanê. 

Endamê Parlamentoya Ermenistanê û parlamenterê Partiya Ermenistana Pêşverû (Bargavaç Hayatsa) Akhoyan Argats ligel şandeyekê rû bi bajarê Amedê kir û ligel Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli rûnişt.

Hevşaredar Firat Anli kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got ku Amed bajarekî giring e. Anli got, “Vê hefteyê li Amedê nîşanek hebû. Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji bo Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê hate wergirtin. Gelek bajarên hemkûfê Amedê niha kavil in, tenê xirbeyên wan mane. Lê bi hezaran salan li vê derê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzidiyan li vî warî çand û navê xwe neqiş kiriye.” Anli da zanîn ku Amed pêkhateya dewlemendiyê vê axê ye û got, “Hema li ber serê me mixabin çeteyek wek DAÎŞê heye û êrişê nirxên mirovahiyê dike, di demeke weha de ristina jiyaneke aştiyane, biratî, pirnasnavî û pirçandî gelek giringtir e. Armanca me jî ew e ku vê erdnîgariyê dîsa bi nasnameya wê re bigihînin hev.”

Hevşaredar vexwendin olîmpiyatan

Parlamenter Akhoyan Aragats jî aşkere kir ku sala par meha îlonê ew hatiye Amedê û weha got, “Piştî hilbijartinê me şaredar Gultan Kişanak pîroz kir. Li Amedê ji bo min roja herî giring vekirina Dêra Surp Giragos bû. Gava em hatin, li ser avahiyan nivîsîbû hûn bi xêr hatin mala xwe. Par Osman Baydemîr û Îsmail Beşîkçî hatin Ermenistanê. Me rojên xweş bi hev re borandin.” Aragats hevşaredar ji bo olîmpiyatên ku 1-13ê tebaxê li Ermenistanê têne lidarxistin gazî kirin û Anli jî çîniya mizgeftê ya Amedê diyarî mêvanan kir. Mêvanî jî kaseke bi destê hosteyên ermen hatiye neqişandin diyarî Anli kir.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …