Li Abruzzoyê semînera ‘Zanîna evîna serhildanê’

 

 

Di çarçoveya Forûma Sosyal a Abruzzoyê ya li Îtalyayê semînerekê li ser şerê rizgariya gelê kurd tê lidarxistin. Nûnerê Kongreya Neteweyê Kurdistanê (KNK) ê Îtalyayê Yilmaz Orkan beşdarê vê semînera ku 11’ê mehê de tê lidarxistin dibe.

Di bernameya ku bi serenavê ‘Zanîna evîna serhildanê” wê mijarên wekî pêkhatina meseleya kurd, înkarkirina nasnameyê û çewsandina şerê rizgariyê, çareseriya konfederalîzma demokratîk û wekhevîparêz, rizgarkirina Kobanê, pêşengiya nû ya jinê û li Tirkiyeyê perspektîfa nû ya piştî encamên hilbijartinê bên nîqaşkirin.

Forûma Sosyal a Abruzzo li bajaroka San Giovanni Teatino ya li wîlayeta Chieti tê lidarxistin. Abruzzo herêmeke xweser ê li başûrê Îtalyayê ye ku li kêleka Deryaya Adrîyatîk cî digire.

înfowelat

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Şoreşa Meksîkayê bû 115 salî

Nuqteyên giring  Şoreşa Meksîkayê 115 sal berê li hember dîktatorîyê pêk hat. Tevlî xebat û …