Victor Orban di Parlamentoya Ewrûpayê de bi strana Ciao Bella hat protestokirin.
Protestoya orjînal a di parlamentoyê de de cî de bala cîhanê kişand ser xwe.
Nakokîya di navbera Orban û Yekitîya Ewrûpayê de her ku diçe kûr dibe.
Duh lîderê Hûngaryayê (Macaristan) Orban di rûniştina Parlamentoya Ewrûpayê ya li Strasburgê hat protestokirin.
Pistî Orban axaftina xwe bi dawî kir, wekîlên koma Çep strana anti-faşîst Ciao Bella gotin.
Protestoya orjînal a di parlamentoyê de de cî de bala cîhanê kişand ser xwe.
Victor Orban ku bi salane li ser kar e, bi polîtîkayên xwe yên otorîter tê naskirin.
Hikumeta Orban rêzê ji hiqûqa Ewrûpayê re nagire û bi taybetî dijberîya mafên penaberîyë dike.
Loma jî hikumeta hûngarî rastî lêpirsîn û cezayên Yekitîya Ewrûpayê tê.
Strana Ciao Bella
Navê Ciao Bella tê wateya “Bi xatirê te delalê” û straneke gel a bakurê Îtalyayê ye
Stran di Şerê Cïhanê ya Duyemîn de bûye sembola berxwedana partîzanên îtalyayî ya li hemberê rejîma faşîst a Mussolini.
Bi vê re jî wateyeke polîtîk li stranê hatîye barkirin.
Di nava demê de stran bi rêya tevgerên şoreşger li hemû cîhanê belav bû.
‐—————————————
Foto: Victor Orban/Medyaya Civakî
Infowelat