NV-A li Flanderê serdestîya xwe domand

Panoramaya siyasî ya li Flanderê derket holê jî kêmzêde wekî ya Belçîkaya fransîaxêf bû.

Partîyên rastgir wekî hercar li vê herêmê piranîya beledîyeyan bi dest xistin.

Roja yekşemê li Belçîkaya federal hilbijartinên beledîyeyan (şaredarî) hatin lidarxistin.

Herkes miraq dikir ka wê encamên vê hilbijartinê bi ya 9ê hezîranê re li hev be an na.

Partîya fransîaxêvan MR wekî di hilbijartina federal de hêza xwe parast lê belê li gelek deverên Walonyayê Les Engages ket pêşîya vê partîyê.

Panoramaya siyasî ya li Flanderê derket holê jî kêmzêde wekî ya Belçîkaya fransîaxêf bû.

Partîyên rastgir wekî hercar li vê herêmê piranîya beledîyeyan bi dest xistin.

NV-Aya ku bi salane li ser kar e dîsa bû partîya yekemîn.

Partîyê li keleha xwe Antwerpenê rastî gefa partîya komunîst PVDAyê hatibû.

Lêbelê serokê NV-Ayê Bart de Wever li bajêr piranîya dengan girt û bû dîsa bû şaredarê Antwerpenê.

Vlaams Belang dorpêçê hilweşand

Herçî Vlaams Belang bû, di hilbijartinê de surprîza herî mezin kir û li bajarê Ninovê bû yekemîn.

Vê partîyê li Ninovê ji % 47 4 û Denderleeuwê jî ji % 38.3yê dengan girtin.

Bi vê encamê, namzetê partîyê Guy D’Haeseler wê bibe şaredarê Ninovê.

Tevî ku vê partîyê berî niha jî di hilbijartinên beledîyeyan de encamên baş digirtin jî, namzetên wê nikaribûn bûbûna şaredar.

Ji ber ku partîyên din polîkaya dorpêçkirinê li hember Vlaams Belangê dimeşînin.

Bi vê polîtîkaya navê “cordonne sanitaire” lê hatîye kirin, tu partî bi Vlaams Belangê re tifaqê nakin.

Vlaams belang bi bernameya xwe partîyeke rasta radîkal e û li dijî hebûna penaberan a li Belçîkayê ye.

Bi hilbijartina dawî dikare bê gotin, Vlaams Belang cara ewil dorpêça siyasî ya li dora xwe hilweşand.

————————————————-

Foto: Ala Flanderê

Infowelat

Flander bû xwedî hikumeta herêmî

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …