Belçîkî ji bo hilbijartina beledîyeyan duh deng dan.
Di hilbijartinan de 581 beledîyeyên (şaredarî) li her sê herêmên welêt hatin hilbijartin.
Piştî 4 mehan Belçîka careke din çû ser sindoqê.
Vê carê belçîkî ji bo hilbijartina beledîyeyan deng dan.
Di dengdana di 13ê çirîya pêşîn (cotmeh) de 581 beledîyeyên (şaredarî) yên li her sê herêmên welêt hatin hilbijartin.
Herî zêde hilbijartina Flanderê ku herêma herî dewlemend e, dihat miraqkirin.
Di heman rojê de Walonyaya bi fransî diaxive û Bruksela duzimanî (fransî û holandî) jî çûn ser sindoqan.
Encamên vê hilbijartinê kêmzêde wekî yên hilbijartinên federal ên 9ê hezîranê bûn.
Flander
NV-A ku partiyeka serxwebûnxwaz e, carekê din li Flanderê bû yekemîn.
Beledîyeya bajarê herî mezin a flaman Antwerpenê jî tevlî çend bajarên din careke din ketin destên NV-Ayê.
Partiya komunîst PVDA hewl dida beledîyeya vî bajarî ji NV-Ayê bigire.
Walonya
Herçî Walonya bû, li vê herêmê partîyên rastgir MR û Les Engages û Partîya Sosyalîst (PS) bi hev re ketin pêşbirkê.
Berevajî hin texmînan, PS bajarên lê serdest bû parastin û ev jî piçekî dilê partîyê fireh kir.
Les Engages li paytexta Walonya Namurê beledîyeya xwe parast.
MRa ku di hilbijartina beeî niha de li vê herêmê bûbû yekemîn, dixwest Namurê bi dest bixe.
Bruksel
Qadeke din a pêşbirka siyasî paytext Bruksel bû.
PSya piştî 9ê hezîranê li bajêr ketibû nava alarmê, beledîyeyên xwe parastin.
Partîya keskên fransîaxêf Ecolo li Brukselê dengên xwe kêm kirin.
Ecolo bi tenê li Beledîyeya Ixellesê/Elseneê bi ferqeke biçûk bû partîya yekemîn.
————————————
Foto: Postereke ji bo hilbijartina beledîyeyan
Infowelat
.