Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp dîyar kir, divê di paşeroja Sûriyeyê de rola kurdan jî hebe.
Daxuyanîya wezîrê holandî di malpera fermî ya hikumetê de cî girt.
Welatên Rojava di meseleya mafên kurdên Sûrîyeyê de bêtir midaxil dibin.
Vê carê Holanda bi daxuyanîyekê desteka xwe ya ji bo Rojava ragihand.
Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp dîyar kir, divê di paşeroja Sûriyeyê de rola kurdan jî hebe.
Daxuyanîya wezîrê holandî di malpera fermî ya hikumetê de cî girt.
Di malperê de hat ragihandin, Caspar Veldkamp bi nûnerê taybet ê Holendayê yê ji bo Sûrîyeyê Gijs Gerlag re civîya ye.
Medyaya Holendayê jî ragihand, nûnerê taybet piştî hevdîtinên xwe yên bi rêveberîya nû ya li Şamê re raporeke taybet pêşkêşî Parlamentoya Holandayê
Rapor pêşkêşî parlamentoyê kir
Veldkamp jî vê rapora kut ê de arastina mafên kurdan cîyekî taybet girtîye şandîye ji parlamentoyê re.
Veldcam di daxuyanîya xwe de wiha dibêje:
“Gelekî girîng e ku kurd, xrîstîyan û kêmneteweyên din jî beşdarî vê pêvajoyê bibin û mafên mirovan jî bên parastin.”
Li alîyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Holendayê got, welatê wî ji bo cezakirina kesên ku li Sûriyeyê mafên binpê kirine, amade ye.
Çend roj berê Almanya û Fransa ji devê wezîrên karên derve îşaret bi parastina kurdên Rojava kiribûn.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kurdan wekî “hevpeyman” pênase kiribû û Annalena Baerbockê jî gotibû “ewlehiya kurdan girîng e ji bo Sûriyeyeke aram.”
Infowelat
——————————————————-
Foto: Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp