Festîwala Sînemaya Fantastîk a Sitgesê dest pê kir

Festîwala Sînemaya Fantastîk a navneteweyî li bajarê Sitgesê ya li Katalonyayê dest pê kir. Di çarçoveya festîwala ku wê di navbera 11-20’ê Çiriya Pêşîn bê li dar xistin de, ji hemû cureyên sînemaya fantastîk 140 fîlm beşdar dibin.

Wezîrê Çandê ya Hikumeta Katalonyayê Ferran Mascarell ku beşdarî merasîma vekirinê ya festîwalê bû, got ku ew ê wekî hikumeta herêmî desteka xwe ya ji bo festîwala ku di “ekosîstema sînematografyayê de ciyekî girîng digire”, bidomînin.  Ferran pê de çû û got ku parastina organîzasyon û çavkaniyên referansê yên wiha pir pêwîst e.

Rêvebirê festîwalê Angel Room jî da xuyakirin ku sînemaya Katalan ku wê di festîwalê de bê temsîlkirin pir global e û di qada navneteweyî de xwedî ciyekî ye. Room da zanîn ku îsal du salveger tên pîrozkirin ku yek ji wan salvegera beşa festîwalê ya Heft Şens e ku bi tevahî ji Saziya Fîlman a Katalonyayê pêk tê û ya din ji 10’emîn salvegera beşa Vîzyonên Nû ye ku wê di hundirê wê de “hin pêşniyazên pir radîkal” cî bigirin.

logo_sitges

Fîlmên fantastîk wê li gorî naverok û forma xwe beşdarî van beşên cuda bibin:

Vîzyonên nû: Fîlmên ku di 2012/13’an de hatine kişandin û li Spanyayê nehatine temaşekirin. Ceribandin, ziman û formatên nû di van fîlman de cî digirin. Vê beşê di nav xwe de dibe çend jêr-beş û di her yek ji wan de xelat tê dayîn.

Beşa Anîmasyone: Fîlmên ku di 2012/13’an de hatine kişandin û li Spanyayê nehatine temaşekirin. Di vê beşê de jêr-beşek ji bo kurtefîlmên ku ji 30 deqîqeyê nabihurin cî heye û ji bo vê beşê û jêr-beşa wê, xelat tê dayîn.

Beşa Heft Şans: Heft fîlmên di derbarê temaya festîwalê de, bi hevkariya Komeleya Katalan a Rexnegir û Nivîskarên Fîlman beşdarê vê beşê dibin. Divê hemû fîlmên beşdar li Katalonyayê nehatibin temaşekirin û di 2012/13’an de li Spanyayê ji bo tîcaretê nehatibin belavkirin.

Beşa Focus Asya: Fîlmên ku di 2012/13’an de hatine kişandin û li Spanyayê nehatine temaşekirin. Bi hevkariya Ofîsa Hong Kongê ya Aborî û Bazirganiyê ya li Brukselê fîlmên ji Japonya, Koreya Başûr, Hong Kong, Çîn, Hîndîstan û Fîlîpînê beşdarê vê beşê dibin.

Beşa Nîvê Şevê ya X-treme: Fîlmên ku di 2012/13’an hatine kişandin û li Spanyayê nehatine temaşekirin. Fîlmên tirsê yên herî baş beşdarê vê beşê dibin û tê de xelat tê dayîn.

Beşa Brigadoon: Fîlmên kult ên herî radîkal ên fantaziyê (DVD an Blu-ray) beşdarê vê beşê dibin. Di heman demê de berhemên TV’yê jî di vê beşê de cî digirin. Ji bo fîlma herî baş a amator a kurt xelat tê dayîn.

Beşa Klasîkan a Sitgesê: Fîlmên taybet ên salvegeran tê de cî digirin.

Beşa Malbatê ya Sitgesê: Fîlmên ji bo zarok û kesên ciwan hatıne kişandın tê de cî digirin. Dibe ku li ser hin fîlmên di beşên din de jî ji bo tawsiyeyê etîketa Sitges Malbat hebe.

Sitges û festîwala fîlman

Bajarê Sitgesê 35 km li başûrê Barselonayê ye û li ber perava Deryaya Spî cî digire. Bajêr, bi bernameyên çandî yên wekî festîwalên fîlim, tiyatro, dans û muzîkê hatiye naskirin. Ji ber perav, riyên meşê yên kêleka peravê, navenda xwe ya dîrokî, marîna û muzeyên xwe û bi avahiyên ku modernîzma Katalan û ekola noucentist (tevgera nû ya çandî) nîşan didin, her sal gelekî tûrîst tên Sitgesê.

Festîwala Navneteweyî ya Fîlmên Fantastîk a Katalonyayê li cîhanê festîwala herî girîng e ku di vê mijarê de tê li dar xistin. Festîwal cara pêşiyê di 1968’an de bi navê Hefteya Fîlmên Fantazî û Tirsê ya Navneteweyî hatiye li dar xistin. Heta niha gelek derhênerên ku di nava wan de Quentin Tarantino, Sir Anthony Hopkins û Jodie Foster jî hebûn, beşdarê festîwalê bûne.

Festîwal ji aliyê weqfekê ku ji nûnerên Generalîtata Katalonyayê (Hikumeta Katalan), Meclîsa Şaredariya Sitgesê, sazî û komeleyên fermî û taybet pêk tê, tê bi rê ve birin. Piraniya çavkaniyên fînansê yên festîwalê ji sponsor, şîrket û saziyên hevkariyê tên.

Çavkani: Vilaweb, sitgesfilmfestival.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …