Minbic di bin êrişeke giran de ye

 

Çekdarên di bin kontrola Tirkîyeyê de ji sê alîyan parêzgehê dorpêç kirine, dixwazin bajar dagir bikin.

Dewleta tirk ji bo çeteyên wê pêş de biçin bi balafir û dronan Minbicê bombebaran dike.

Dewleta tirk careke din di şerê navxweyî ya Sûrîyeyê de keysparêzîyê dike.

Çeteyên ANSê (Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê) ji duh de êrişên giran dibin ser Minbicê.

Armanca êrişê bidawîkirina hebûna kurdan a li rojavayê Çemê Firatê ye.

Çekdarên di bin kontrola Tirkîyeyê de ji sê alîyan parêzgehê dorpêç kirine, dixwazin bajar dagir bikin.

Dewleta tirk ji bo çeteyên wê pêş de biçin bi balafir û dronan Minbicê bombebaran dike.

Komeke mezin a çeteyan di van mercên guncaw de duh xwestin têkevin nava bajêr.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hember vê hewldanê bajêr parast.

Di pevçûnên dijwar de hejmareke zêde çete hatin kuştin.

Herwiha, 14 çete ji alîyê şervanên li Minbîcê dîl hatin girtin.

Kantona Minbicê û erdên din ên li rojavayê Firatê/ Rojava Information Center 

Çima Minbîc giring e?

Minbîc bajarekî li bakurê Sûrîyeyê ye ku li rojavayê Çemê Firatê cî digire.

Bajêr di 2012an de ket bin kontrola serhildêrên ji Sûrîyeyê.

DAIŞ di 2014an de êriş bir ser Minbicê û bajêr dagir kir.

HSDê (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) di 2016an de bi şerekî dijwar Minbicê rizgar kir.

Ji vê salê û şûn ve bajêr û derdora wê bû parçeyeke Kantona Minbicê ya di bin kontrola rêveberîya Rojava de.

Piştî dagirkirina Efrînê, Minbic tevlî taxên kurdan ên Helebê û Şehbayê yek ji sê erdên dş bin kontrola Rojava yên li rojavayê Firatê bû.

Şehba û Til Rifat di rojên dawî de hatin dagirkirin û ew jî awiran zîvirand ser Minbicê.

Eger Minbic bê dagirkirin wê rêya Kobanê vebe û bajêr têkeve nava xetereyê.

——————————————————–

Infowelat

Foto: Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê/Hawarnews

Sînorên Rojava berfireh dibin

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …