Bi destkeftinên dawî re ji % 40ê hemû erdên Sûriyeyê ketin destên rêveberîya Rojava.
Qonaxa dawî ya şerê li Sûrîyeyê ligel xetereyan derfetên nû ji bo kurdan derxist holê.
Di rojên ewilî yên êrişa ANSê (Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê) de Til Rifat û Şehba hatin dagirkirin.
Bi dehezaran penaberên ku piranîya wan efrînî bûn berê terka herdu deveran kirin.
Pêşveçûna HTŞê (Heyet Tehrîr El Şam) jî bû sebeb taxên kurdan ên li Helebê bên dorpêçkirin.
Lê tevî vê jî têkçûna artêşa rejîma Şamê derfetên nû pêşkêşî kurdan kir.
HSDê (Hêzên Sûrîyaya Demokratîk) bi desteka koalîsyona navneteweyî Firatê derbas kir û Dêrazorê kontrol kir.
Bi vê pêşveçûnê re, derîyê sînor Elbukemal a di navbera Sûrîye-Iraqê de ket bin kontrola HSDê.
Li aliyekî din, hêzêke din a HSDê devereke din a li başûrê Bendava Tebqayê rizgar kir.
Destkeftineke din a rêveberîya Rojava li Hesekê derket holê.
Rejîma Şamê ji tevahîya Qamişlo û deverên din ên Hesekê vekişîya.
HSD ji % 40ê axê kontrol dike
Tevlî herêmên di destên rejîmê de Balafirgeha Qamişlo jî ket bin kontrola HSDê.
Bi destkeftinên dawî re ji % 40ê hemû erdên Sûriyeyê ketin destên rêveberîya Rojava.
Hêjayî gotinê ye, bi serfirazîyên dawî, niha hemû deverên petrolê û nîvê seheyên gazê di bin kontrola rêveberîya Rojava de ne.
—————————————–
Infowelat
Foto: Hêzên HSDê yên ketin Dêrazorê/Medyaya Civakî