Rejîma Beşar Esed hilweşîya

Yekîneyên HTŞê (Heyet Tehrîr El Şam) şeva borî ketin Şamê.

Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed berîya dagirkirina paytextê terka welêt kir.

Êrişa mixalifên rejîma Sûrîyeyê ku di 27ê çirîya paşîn (mijdar) de dest pê kiribû gihîşt armanca xwe.

Yekîneyên HTŞê (Heyet Tehrîr El Şam) şeva borî ketin Şamê.

Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed berîya dagirkirina paytextê terka welêt kir.

Artêşa Sûrîyeyê di ber xwe neda û xwe radestî serhildêran kir.

Serhildêrên ketin Şamê derîyên girtîgehan vekirin û girtîyan rizgar kirin.

Peyam û gavên maqûl

HTŞê ji endamên xwe daxwaz kir ji avahîyên dewletê dûr bisekinin.

Herwiha, rêxistinê heta hikumeteke din bê avakirin, destûrê da Serokwezîr Mihemed El Celalî karê xwe bidomîne.

Li aliyekî din, HTŞê diyar kir wê hilbijartineke demokratîk vê lidarxistin.

Bi vê re paralel jî rêxistinê ji bo fikaran ji holê rabike peyamên nerm da welatên li herêmê.

Bi van gavan HTŞ dixwaze mora cîhadparêzîyê ji ser xwe rabike û îmajeke nerm ji xwe re çêbike.

Rêxistineke cîhadparêz

Rêxistina ku berê navê wê El Nusra bû di 2016 navê El Nusra bû, di 2016an de navê HTŞê li xwe kir.

Heta wê demê damezrînerên vê koma îslamîst wekî parçeyeke El Qaîdeyê xwe pênase dikirin.

Ji ber xeta wê ya îdeolojîk û sûcên wê yên li hember sivîlan HTŞ di lîsteya terorê ya NY (Neteweyên Yekbûyî) û DYAyê de cî digire.

——————————————-

Infowelat

Foto: Serhildêrên HTŞê yên ketin Şamê/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …