Mike Waltz gotinên wekî ultîmatomê kirin

Washington bi lez û bez dixwaze plana xwe ya aştîyê bi Ukraynayê bide qebûlkirin.

Di berdêla vê de DYA dixwaze Ukrayna peymana talankirina çavkanîyên xwe yên binerdî îmze bike.

Mike Waltz hemû adetên dîplomasîyê da alîyekî û di vê mijarê de gotinên wekî ultîmatomê kirin.

Trump rexne neke û peymana 500 milyar dolar a dewlemendîyên binerde îmze bike.

Şêwirmendê ewlekarîyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi van gotinan bangî Zelenky kir.

Waltz van gotinên xwe yên giran di bernameyeke Fox Newsê de kirin.

Ev jî nîşan dide, dîplomasîya Amerîkayê ya bi Ukraynayê re êdî gihîştîye aste ultîmatomê.

Bi gotineke din, Trump dixwaze bêyî nîqaş plana xwe ya aştîyê bi Ukraynayê bide qebûlkirin.

Waltz di bernameya Fox Newsê de got, Amerîka ji bo Ukraynayê her tiştî kirîye û nabe Ukrayna muzakereyên aştîyê yên Trump red bike.

“Heqareta li serok Trump”

Sîyasetvanê amerîkî bi van gotinan jî acizîya Trump ji ber gotinên dawî yên Zelensky îfade kir:

“Hin axaftinên Kîewê û heqareta li serok Trump nayê qebûlkirin.”

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky gotibû, “Trump di nava dezenformasyonê de asê maye.”

Ji bo meseleya beşdarîya Ukraynayê ya di muzakereyan de jî Waltz wiha axivî:

“Serok Trump bi eşkereyî ji ber serok xelensky dilşikestî bûye. Ji ber ku ew nehat maseya muzakereyê, ew ne dilxwaz bû vê firsenda me pêşkêşî wî kir.”

Infowelat

——————————–

Foto: Mike Waltz/X

infowelat.com

Li vê jî binêre

Amerîka û Ukrayna aştîyê muzakere dikin

A.Rahman Çelîk  Amerika û Ukrayna careke din aştiyê muzakere dikin. Nûnerên herdu welatan ji bo …