Îran di sala 2024an de li derdora 1,000 kesî darvekirin.
Di sê mehên dawî yê salê de rojane pênc kes hatin darvekirin.
Îran di sala 2024an de li derdora 1,000 kesî darvekirin.
Hejmara kesên par hatine darvekirin, di raporeke hevpar a sazîyên mafên mirovan de cî girtin.
Rapor ji alîyê Iran Human Rights (IHR) ya li Norwêcê û sazîya fransî Together Against the Death Penalty (ECPM) ve hat amadekirin.
Li gorî vê xebata hevpar, par 975 kes li Îranê hatine darvekirin.
Hat ragihandin, hejmar “zêdebûna tirsnak a bikaranîna cezayê mirinê” nîşan dide.
Cezayê darvekirinê ji alîyê her du sazîyan ve wekî “rêbaza sereke ya zextên polîtîk” a rejîmê tê pênasekirin.
Gerînendeyê IHRyê Mahmûd Amîrî-Mogaddam li ser raporê dîtinên xwe wiha îfadekirin:
“Ev darvekirin, parçeyeke şerê komara Îslamî ye ku ji bo li ser kar bimîne li hemberê gelê xwe bi kar tîne.”
Stûna sereke ya sîstema şerîetê
Amîrî-Mogaddam li ser rewşa dawî wiha axivî:
“Di sê mehên dawî yê salê de, di dema xetereya şerê Îran û Îsraîlê de rojane pênc kes hatin darvekirin.”
Îran di 2023an de 834 kesan darvekiribûn û loma jî hejmara 2024an ji ya berê ji % 17 zêdetir e.
Rapor bi eşkeryî nîşan dide, cezayê mirinê yek stûna sereke ya sîstema darazê ye ku li ser sîstema şerîetê bilind dibe.
Ev pergal ji Şoreşa 1979an û vir ve li Îranê li ser kar e.
Infowelat
———————————————–
Foto: Ala Îranê