Amerîka naxwaze Rûsya bê şermezarkirin

Amerîkaya ku bi Rûsyayê re muzakereyan dike, wê di qada dîplomasîyê de diparêze.

Reutersê ragihand, Amerîka naxwaze pêşnîyazbiryareke Neteweyên Yekbûyî ku Rûsyayê şermezar dike, îmze bike.

Amerîka naxwaze pêşnîyazbiryareke Neteweyên Yekbûyî (NY) ku tê de Rûsya tê şermezarkirin, îmze bike.

Pêşnîyazbiryar bi minasebeta sêyemîn salvegera êrişa Rûsyayê ya bi ser Ukraynayê ve tê amadekirin.

Nûçeya derbarê vê mijarê de ji alîyê ajansa nûçeyan Reutersê ve hat weşandin.

Reutersê ragihand, di pêşnîyazbiryarê de ji ber êrişa wê ya di 2022an de, Rûsya tê şermezarkirin.

Herwiha, di belgeya NYyê deteahuda ji bo yekitîya axê ya Ukraynayê, tevlî sînorên wê yên berîya 2014an careke din tê dûbarekirin.

Li gorî nûçeyê, 50 welat ku di nava wan de endamên Yekitîya Ewrûpayê jî hene, destekê dide pêşnîyazbiryarê.

Di qada dîplomasîyê de ev cara duyemîne tê bihistîn ku Amerîka naxwaze belgeyekê li dijî Rûsyayê îmze bike.

Berîya niha Financial Times jî ragihandibû, Amerîka nehiştîye koma G7an ji ber şerê li Ukraynayê biryareke şermezarkirina Rûsyayê biweşîne.

Îşareta betalkirina ambargoyan

Li alîyekî din, Amerîkayê hin îşaretên betalkirina ambargoyên li ser Rûsyayê dide.

Sekreterê Xizneya DYAyê Scott Bessent got, Washington dikare ambargoyên li hember Rûsyayê betal bike an zêde bike.

Bessent got, ev her du opsiyon jî girêdayî amadebûna Rûsyayê ya ji bo muzakereyane.

Ev daxuyanî, wekî nîyeta Washingtonê ya ji bo betalkirina ambargoyan tê qebûlkirin.

Infowelat

—————————————

Foto: Ala Amerîkayê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …