Îsraîl û Hamas li ser peymana aştîyê li hev kirin.
Bi peymana ku ji sê qonaxan pêk tê, şerê wêranker ê Xezayê tê bidawîkirin.
Îsraîl û Hamas li ser peymaneke aştîyê ku wê dawî li alozîya li Xezayê bîne li hev kirin.
Xebera aştîyê ewil ji alîyê Wezareta Karên Derve ya Qeterê ve hat ragihandin.
Qeter tevlî Amerîka û Misrê di muzakereyên her du alîyan de navbeynkarîyê dikir.
Lê tevî lihevkirinê jî Îsraîl êrişên xwe yên li Xezayê domand.
Ji 80 zêdetir filistînî bi bombebarana Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Îsraîlê Netanyahu jî ragihand, heta Hamas hemû naveroka peymanê qebûl neke ew ê Îsraîl peymanê erê neke.
Paşê hat ragihandin, roja înê wê Parlamentoya Îsraîlê ji bo erêkirina peymanê bicive.
Hemû xalên peymanê wê di sê qonaxên ku 42 roj dom bikin bê bi cî anîn.
Naveroka peymana aştîyê
Naveroka peymana aştîyê bi kurtahî wiha ye:
- Agirbest wê di 19ê kanûna paşîn de dest pê bike
- Hamas di qonaxa ewil de 33 rehîneyên sivîl berde.
- Îsraîl di berdêla rehîneyan de wê li derdora 1,000 girtîyan berde.
- Paşê, di qonaxên din de wê hemû rehineyên di destên Hamasê de bûn berdan û Îsraîl jî hin girtîyên din ên filistînî berde.
- Qonaxa duyemîn wê di roja 16. De dest pê bike. Leşker jî tê de mêrên di temenê leşkerîyê de wê bên berdan û cesedên rehîneyên hatine kuştin wê ji Îsraîlê re bên şandin.
- Medyaya Îsraîlê radigîne, wê di qonaxa ewil de di nava Xezayê de herêmeke tampon a firehbûna çê bike. Tê ragihandin, firehbêna vê herêmê wê 800 mêtro be.
- Niştecîyên filistînî yên bi zext û êrişên Îsraîlê li başûrê Xezayê kom bûbûn wê bikaribin vegerin bakurê herêmê.
- Bi vî awayî, qonaxa sêyemîn a peymanê jî wê bê bicîanîn.
Infowelat
———————————————
Foto: Ala Filistînê/Medyaya Civakî