Li Kolombiyayê agirbest hate ragihandin

Kolombiyayê bi rêxistinên çekdar re agirbesteke dualî ragihand.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di daxuyaniya xwe de got, hukumet bi ELN’ê (Artêşa Neteweyî ya Kolombiyayê) re û hin rêxistinên din re agirbestê ragihandî ye.

Kolombiya di warê aştiya navxweyî de bi gavên mezin pêş de diçe.

Hukumeta Bogotayê bi pênc rêxistinên çekdar re agirbesteke 6 mehan ragihand.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di daxuyaniya xwe de got, hukumet bi ELN’ê (Artêşa Neteweyî ya Kolombiyayê) re û hin rêxistinê

Di nava rêxistinên muxatabê agirbestê de ya herî mezin ELN’ye.

ELN piştî aştiya bi FARC’ê re rêxistina gerîla ya bi herî mezin a Kolombiyayê ye.

Li gorî texmînan di navbera 2500 û 4000’an de gerîlayên vê rêxistinê hene.

ELN bi taybetî li 7 heft deverên li seranserê Kolombiyayê têkoşîneke aktîf dimeşîne.

Tûra yekemîn ên hevdîtinên ku li Venezuelayê bi vê rêxistinê re dihatin meşandin, meha borî bi dawî bûbûn.

Komên paramîlîter

Her çar rêxistinên bi wan re aştî hatine ragihandin hêzên paramîlîter in an komên çekdar in ku kaçaxçitiya narkotîkê dikin.

Yek ji koma agirbestê qebûl kiriye Autodefensas Gaitanistas de Colombia (AGC) ye ku komeke neo-paramîlîter a rastgir e.

Ev koma çekdar li dijî gerîla û sendîkayên çep hatibû avakirin û peymana aştiyê ya bi FARC’ê re qebûl nekiribû.

Komeke din agirbesta dawî qebûl kiriye Hêzên Xeparastinê yên Sierra Nevadayê ne.

Ev jî komeke rastgir e û bi êrişên xwe yên li dijî şoreşger û mixalifên din tên naskirin.

Kolombiya û FARC di 2014’an de peymana aştiyê îmze kiribûn û dawî li şerê xwe yê bi qasî 60 salan anîbûn.

Serokê nû yê Kolombiyayê Gustavo Petro ku di tebaxê de hatibû ser kar, bi rêxistinên mayî yên çekdar re proseya aştiyê dabû destpêkirin.

About infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di …