Rûsya û Ûkrayna 300 êsîran berdan

Peymana êsîrên şer a Rûsya û Ûkraynayê kete meriyetê

Nêzîkî 300 êsîrên di destên her du welatan de hatin berdan

Di nava kesên hatin berdan de siyasetmedar Viktor Medvedcuk jî heye

Peymana dîlên şer bi navbeynkariya Erebistana Siûdî hate îmzekirin.

Moskow û Kîev ketin nava hereketê û bi awayekî hemwext êsîrên di destên xwe de berdan.

Balafira ewil a qefleya kesên hatin berdan, ji Rûsyayê bi rê ket û li paytexta Erebistan Riyadê danî.

Paramîlîterên biyanî

Di nava vê qefleyê de 5 brîtanî, 2 amerîkî, kesekî swêdî û yekî Kroatî cî girtin.

Di heman kêliyan de Ûkrayna jî 55 kesan berda û wan bi balafirekê şand Moskowê.

Bi tevahî kesên ji aliyê Rûsya û Ûkraynayê ve hatin berdan digihîje 300’î.

215 ji van kesan leşker û paramîlîter in ku li dijî Rûsyayê şer kiribûn.

55 ji wan jî leşkerên rûs in ku li Ûkraynayê êsîr hatibin girtin.

Viktor Medvedcuk parêzer, siyasetmedar û karsazeke olîgark ê ji Ûkraynayê ye.

Viktor Medvedcuk 

Di nava kesên hatin berdan de siyasetmedar Viktor Medvedcuk jî hebû.

Medveçûkê 67 salî, ji ber desteka wî ya ji bo Rûsyayê hatibû girtin.

Medvedchuk ji ber alîgiriya xwe ya Moskowê û têkiliyên wî yên bi Putin re çend meh berê hatibû girtin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …