Li Şîliyê rêzeçalakiyên xebatkarên şaredariyan

Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê xebatkarên şaredariyan ji bo başkirina mercên xebatê û zêdekirina meaşên xwe dest bi greve kirin. Sendîkaya xebatkarên şaredariyan piştî bersiva neyênî ya hikumetê, biryara radîkalkirina çalakiyan da.

Çalakiyên ku ket hefteya xwe ya sêyemîn, bi armanca zêdekirina meaşên xebatkaran û malnişanan û başkirina mercên xebatê dest pê kir. Konfederasyona Neteweyî ya Xebatkarên Şaredariyan (ASEMUCH) daxwaz dike ku meaşên wan di pêvajoyeke ku ji du astan pêk tê, bê zêdekirin lê hikumeta Şîlîyê pêşniyaz dike ku meaş ji bo carekê % 5 bên zêdekirin.

Li gorî ASEMUCH’ê li 320 şaredariyên li seranserê welat 55,000 xebatkar di greva bêdem de ne. 25’ê Cotmehê li Araucaniayê çalakger riya bi navê Ruta 5 a navbajaran ji çûnûhatinê re girtin û di encam de rêza wesayitên sekinîn bi kîlometreyan dirêj bû. Di heman rojê de xebatkarên şaredariyên Ercilla, Victoria, Perquenco, Lautaro, Temuco, Gorbea, Loncoche, Pucon, Villarrica û Lanco’yê jî ku li herêmên cuda yên welat in, çalakî pêk anîn.

Piştî çalakiyên cûrbecûr ên li seranserê welat, 29’ê Cotmehê li paytexta Şîliyê Santîagoyê bi beşdariya 10,000 çalakgeran meşeke fînalê hat lidarxistin. Meşa ku ji Plaza Italiayê dest pê kir heta Parka Bustamente dom kir li vir serokê ASEMUCH’ê Oscar Yanez axaftinekê kir. Yanez di axaftina xwe de got ku “li gorî hikumetê, tevgera şaredariyê ne girîng e û ne xwedî desteka neteweyî ye.” Oscar diyar kir ku îro wan berevajiya vê nêrînê nîşan dane û “heta ku ew bersiveke erênî ji bo daxwazên xwe yên eşkere kirine ji hikumetê negirin, wê çalakî bidomin.” Ji bilî vê, Yanez lê zêdekir ku muzakereyên wan ên bi hikumetê re didome û dive ji bo çareserkirina promlemên wan, hikumet qanûnên nû ji parlamentoyê derxe.

Çavkanî: Clarin, Asemuch.cl

.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …