Li Îtalyayê xeteraya neo-navendîkirinê didome

 

 

Li Îtalyayê li ser mijara reforma destûra bingehîn a ji bo parvekirina hêzên di destên herêmên xweser û navendê de nîqaş dom dikin. Vê carê jî Wezîrê Reforma Destûra Bingehîn Maria Elena Boschi got ku divê statuya taybet ên xweseriyê ji holê bên rakirin. Wezîr herçiqas paşê got ku reformeke wiha niha nikare bê meşandin, piştî vê axaftinê reaksiyonên ji hin herêmên xweser ên xwedî statuyeke taybet bilind bûn.

Cara ewilî ji vir şeş meh berê, di Nîsana 2014’an hikumeta Îtalyayê ya di bin serokwezîriya Mateo Renzi de reforma destûra bingehîn a Îtalyayê pêşniyaz kir. Hikumeta Îtalyayê bi vê pêşniyazê dixwaze hin hêzên di destê statuyên ji rêzê yên herêmên taybet ji wan bistîne û têxe bin kontrola xwe. Lê daxuyaniya Boschi nîşan da ku armanca hikumeta Îtalyayê ne tenê kêmkirina hêzên di destê hin herêman de ye lê xurtkirina kontrolê li ser herêmên xwedî statuyên taybet in jî. Paşê wezîr Boschi bi daxuyaniyeke din diyar kir ku hikumet “niha nikare pêşniyazeke wiha bike” lê ev jî pêşiya protestoyên ji hin herêman hat negirt.

Serokê herêma Sardînyayê Francesco Pigliaru got ku hikumeta wî wê “di nava eniya têkoşîna li dijî neo-navendîkirinê de cî bigire”. Pigliaru got ku neo-navendîkirin li ser fikra çêkirî û bi tevahî şaş hatiye avakirin ya wekî ku her tişt ji Cagliarî (paytexta Sardînyayê) û herêma Trentoyê bêtir girêdayî Romayê be  çêtir e.

Serokê herêma xweser a Trentinoyê Ugo Rossi li ser mijarê axivî û diyar kir ku rexneyên li dijî statuyên taybet ên xweriyê li ser nêrînên şaş û dema wan boriye hatine avakirin. Rossi got ku wekî van kesan bawer dikin bi statuyên taybet bi awayekî ne wekhev îmtîyaz ji bo herêmên xweser re nehatine naskirin lê ji ber xweseriya taybet, kedeke taybet û mezin a ji bo hembêzkirina van herêman hatiye dayîn.

Ji roja pêşkêşkirina reforma navborî û heta niha herêma Aostayê ya li bakurê welat jî mixalefeta xwe ya li dijî vê hewldana hikumeta navendî nîşan dide. Konseya Newala Aostayê (meclîsa herêmî) bi biryarekî xwe ji hikumeta Aostayê xwest ku xwerêvebirina herêmê biparêze. Bi taybetî endamên konseya Aostayê dixwazin reformeke destûra bingehîn a li ser prensîbên federalîzm û xwerêvebirinê bê kirin.

Bi reforma nû, hikumeta Îtalyayê ji bilî betalkirina hin hêzên di destê herêmên xwedî statuyên jirêzê, dixwaze rola Senatoya Îtalyayê jî kêmtir bike.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …