Gelo Tirkiye careke din S-400 kirî an na?

Li gorî ajansa TASS’ê Rûsyayê dibêje, Tirkiye û Rûsya li ser partiya duyem a fuzeyên S-400’î jî li hev kirine

Lê tiştekî gelek enteresane Tirkiye derbarê mijarê de heta niha daxuyaniyek fermî neda ye

Hefteya borî serokê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan li Soçiyê bi Putin re hevdîtinek pêk anîbûn

Encamên vê hevdîtinê niha yek bi yek derdikevin holê.

Xuya ye ku Tirkiye bi Rûsyayê re tenê peymanên aborî îmze nekirine.

Ajansa TASS’ê ya Rûsyayê got, Rûsya dîsa fuzeyên s-400’î firotiye Tirkiyê.

Ji bo teslîmkirina partiya duyemîn a van fuzeyan, her du alî bi hev re peyman îmze kirine.

Li aliyê din, Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê ev îddia  qebûl nekir.

Her çiqasî zelal nekir jî, got ji bo kirîna fuzeyên S-400’î tiştekî nû nehatiye kirin û prosedur li gorî peymana berê tê meşandin.

Ev jî tê vê wateyê wê dewleta tirk partiya duyemîn a S-400 ji Rûsyayê bikire.

Bi vî awayî jî îdîaya Rûsyayê ya li ser mijarê tê piştrastkirin.

Bertekên NATO’yê

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye li gel ku endamekî NATO’yê ye, sala 2019’yan fuzeyên S-400’î ji Rûsyayê kirîbû.

Lewma jî li rastî bertekên Amerîka û NATO’yê hatibû.

Amerîka û NATO, bikaranîna sîstemên çekan ên Rûsyayê ya li welatên endam qebûl nakin.

NATO di wê baweriyê de ye, sîstemên rûsan dijî balafirên F-35 tehdîtê pêk tînin.

Lewma jî Amerîkayê, kirîna S-400’î hincet nîşan dabû û Tirkiyeyê ji bernameya balafirên F-35 avêtibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …