Li Basrayê amadekariyên ji bo xweseriyê

 

 

Rêvebirên wilayeta Basrayê ya li başûrê Iraqê diyar kirin ku ew dixwazin di çarçoveya Iraqa federal de herêma xweser a Basrayê avabikin.

Fikra xweseriya Basrayê ji aliyê wekîlê Basrayê ya Parlamentoya Iraqê Waîl Abd el-Latîf ji nû ve hat bilêvkirin. Latîf ji rojnameya Rûdawê re ragihand ku “Hewldanên ber bi herêmeke xweser a li Basrayê projeyeke û ne ye” û bi armanca lawazkirina hikumeta navendî nayê bikaranîn.

El-Latîf di warê amadekariyên ji bo xweseriyê van agahiyan da: “Komîteya ku ji bo pêkanîna herêma xweser a Basrayê hatiye damezrandin, bi riya damezrandina konseyeke ji hemû nûnerên bajarok û navçeyên Basrayê, ji mehê û pê ve wê gavên nû yên hiqûqî bavêje.”

El-Latîf li ser têkiliya modela nû ya xweseriyê ya bi Kurdistanê re jî wiha axivî: “Eger Basra bibe herêmeke xweser, ew ê ji herêma Kurdistanê cûdatir be, ji ber ku herêma Kurdistanê beriya çêbûna Iraqa nû realîteyek bû û serfiraziyên wê di destûra bingehîn a Iraqê de hatin bicîkirin.”

basra

Herêmeke xweser a şiî ku di nava xwe de çend wilayetên başûr dihewîne, cara pêşiyê ji aliyê Abdulazîz el-Hekîm ku serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Iraqê bû, hatibû bilêvkirin. Hekîm ji bo herêma xweser modela herêma Kurdistanê pêşniyaz kiribû lê nakokiyên di navbera şiî û mixalefeta sunî ya li Iraqê vê projeyê têk biribû.

Di sala 2010’an de 22 endamên ji Konseya Wîlayeta Basrayê ku bi tevahî 35 endamên wê hene, bi daxwaza lidarxistina referandûmeke ji bo xweseriyê daxwaznameyekê şandibûn Bexdayê lê vê helwestê ji aliyê serokwezîrtiyê nehatibû qebûlkirin.

Hilbijêrên Basrayê di hilbijartina di 20’ê Nîsana 2013’an de reaksiyona xwe ya li hember partiya Serokwezîr Nûrî el-Malîkî nîşan dabûn û di encama vê hilbijartinê de hejmara parlamenterên ji vê partiyê yên Basrayê ji 22’yan daketibû 16’an.

Di mehên derbasbûyî de wîlayetên ku piraniya nifûsa wan sunî ne, yên wekî Anbar, Selahedîn û Dîyala bi hinceta xerabûna rewşa ewlekariyê û helwesta newekhev a li hember suniyan, xweseriya xwe deklere kiribûn lê van hewldanên yekalî ji aliyê hikumeta Bexdayê ve di cî de hatibûn redkirin. Ji bilî van, di meha derbasbûyî de wîlayeya Nînowayê jî diyar kiribû ku ew dixwaze peymanên enerjiyê bi şîrketên navneteweyî re îmze bike û bi vî awayî di warê çavkaniyên enerjiyê de bikaribe biryarên xwe bide.

Çavkanî: Rûdaw

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …