United State of Kurdistan

Amedekarê vîdyoyê radigihîne, Tirkiye herî zêde ji yekitiya di navbera Rojava û Bakur de ditirse ku îhtimal heye United State of Kurdistanê (Dewleta Yekgirtî ya Kurdistanê) bi xwe re bîne.

Ev vîdyoya balkêş ku di 30’ê kanûnê de hate weşandin, di navbera 24 saetan de ji aliyê 572 hezar kesan ve hate temaşekirin.

Qenala Youtubeê Real Life Lore li ser êrişkariya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava vîdyoyeke balkêş weşand.

Di vîdyoyê de bi sernivîsa “Çima Tirkiye Sûriyeyê dagir dike” paşxaneya dagirkeriya tirk di nava çarçoveyeke jeopolîtîka Rojhilata Navîn de tê vegotin.

Têkoşîna rizgariya kurd a li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi dîmen û agahiyên kurt di fokusa vê vîdyoyê de ye.

Aliyê herî balkêş ê vê xebata hêja xerîteya wê ya Kurdistana yekgirtî ye.

Amedekarê vîdyoyê radigihîne, Tirkiye herî zêde ji yekitiya di navbera Rojava û Bakur de ditirse ku îhtimal heye United State of Kurdistanê (Dewleta Yekgirtî ya Kurdistanê) bi xwe re bîne.

Ev vîdyoya balkêş ku di 30’ê kanûnê de hate weşandin, di navbera 24 saetan de ji aliyê 572 hezar kesan ve hate temaşekirin.

Bi tenê di rojekê de ji 4 hezarî zêdetir kes di bin vîdyoyê de şîroveyan nivîsandin ku piraniya wan erênî bûn.

6 milyon abone

Qenala Youtubeê Real Life Lore di 2016’an de dest bi weşanê kir.

Meseleyên balkêş ên derbarê welatên li çaraliyê cîhanê bi dîmên û xerîteyên balkêş di vê qenalê de cî digirin.

Xebata serfiraz a vê Real Life Lore dibe sebeb hejmara kesên qenalê dişopînin roj bi roj zêde bibin.

Hejmara aboneyên vê qenalê niha derketiye ser 6 milyonî.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …