Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagonê ragihand, wê Koreya Bakur 10,000 leşkeran ji bo hîndekariyê bişîne Rûsyayê.
Sekreterê Giştîyê NATOyê Mark Rutte vê agahiyê piştrast kir û got, hin ji leşkerên koreyî nêzîkî bajarê Kurskê yê Rûsyayê hatine bicîkirin.
Gelo Koreya Bakur ligel Rûsyayê wê şerê Ukraynayê bike?
Di demên dawî de gelek kes li bersiva vê pirsê digerin.
Vê carê Amerîkayê di derbarê vê mijarê de daxuyanîyekê da.
Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagonê ragihand, wê Koreya Bakur 10,000 leşkeran ji bo hîndekariyê bişîne Rûsyayê.
Pentagon di daxuyanîya xwe ya ewil de qala 3,000 leşkeran kiribû.
Sekreterê Giştîyê NATOyê Mark Rutte vê agahiyê piştrast kir û got, hin ji leşkerên koreyî nêzîkî bajarê Kurskê yê Rûsyayê hatine bicîkirin.
Ukrayna di tebaxê de li Kurskê êrişeke bejahîyê li hember Rûsyayê dabû destpêkirin.
Rutte di daxuyanîya xwe ya li Brukselê got, « Hevkarîya di navbera Rûsya ê Koreya Bakur de ya her ku diçe kûr dibe, ji bo herêma Hînd-Pasîfîkê û Ewrûpa-Atlantîkê xetereye. »
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî diyar kiribû, Koreya Bakur wê 12,000 leşkeran bişîne Rûsyayê.
Rûsya û Koreya Bakur kurtedemek berê peymaneke parastinê ya dualî îmze kiribûn.
Bi vê peymanê, di berdêla şandina fuzeyên balîstîk û alavên elektronîk ên şer ji Rûsyayê re wê Koreya Bakur alîkarîyê ji bo bernameya xwe ya fezayê ji Rûsyayê bigire.
______________________________________
Foto : Ala Koreya Bakur û liderê vî welatî Kim Jong-un
Infowelat