Di vê hejmarê de rewşa zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê tevlî êrişên dewleta tirk û hewldanên ji bo parastina kurdî, mijara çend nivîsan e.
Mijara hevpeyvîna vê hejmarê ku bi Şêxmûs Sefer re hatîye kirin, rewşa siyaseta kurd a li bakur û Tirkîyeyê ye.
Avreş Jîyanê ku bi çîrokên li ser bîranînên gerîla tê naskirin, di vê hejmarê de jî bi çîrokeke xwe cî digire.
Hejmara 10. ya e-kovara Kurdistanê hat weşandin.
Di vê hejmarê de rewşa zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê tevlî êrişên dewleta tirk û hewldanên ji bo parastina kurdî, mijara çend nivîsan e.
Mijara hevpeyvîna vê hejmarê ku bi Şêxmûs Sefer re hatîye kirin, rewşa siyaseta kurd a li bakur û Tirkîyeyê ye.
Sefer di hevpeyvînê de bûyera Narînê ji bo zelalkirina realîteya sîyaseta kurd bi kar tîne û rexneyên giran li siyasetê dike.
Avreş Jîyanê ku bi çîrokên li ser bîranînên gerîla tê naskirin, di vê hejmarê de jî bi çîrokeke xwe cî digire.
Mijara çîroka nivîskar Nebahat Ayaz (Nûjîn) e ku di 1994an de li Mistona di navbera Amed û Çewligê de jîyana xwe ji dest dabû.
Kurdistan wekî e-kovareka Infowelat tê weşandin û bi giranî ji nûçe, gotar û hevpeyvînên malpera infowelat pêk tê. Self-determînasyon, dekolonîzasyon û parastina ziman mijarên vê berhemê ne.
Naveroka e-kovarê
Hemû nivîsên di hejmara 10.an de hatine weşandin ev in:
- Pergaleke alternatîf a perwerdeyê pêwîst e
- MED-DER rastî êrîşa polîsên tirk hat
- Nahêlin ‘Kiliçaslan’ bibe ‘Rindêxan’
- Zarokistan li Amedê dest bi perwerdeyê kir
- Siyaseta kurdan gel tune dihesibîne
- Dewleta tirk dixwaze Hesendînê talan bike
- Rojnamevanên kurd Tirkiye û Iraqê protesto kirin
- Rexneyek li ser hefteya bîranînê ya Mehmet Uzun
- Pezeşkîyan çû serdana başûrê Kurdistanê
- PYD kongreya 10. li dar xist
- LEWerger gihîşt heft hejmaran
- Xwîn herikî li Mistonê (Avreş Jiyan)
- Hejmara 9. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin
Infowelat