100,000 kes li Belçîkayê meaşê bêkarîyê winda dikin

Hikumeta federal dixwaze meaşê bêkarîyê bi du salan bi sînor bike.

Ev biryar wê bandorê li ser 100,000 kesan bike.

Bi taybetî Walonya û Bruksel ji bê biryarê ne kêfxweş in.

Belçîka di demên dawî de reformên hikumeta federal nîqaş dike.

Hikumeta federal dixwaze lêçûyînên civakî kêm bike lê li alîyekî din jî butçeya parastinê zêde bike.

Yek ji xala sereke ya vê reformê di warê meaşê bêkarîyê de ye.

Hikumet dixwaze meaşê bêkarîyê bi du salan bi sînor bike.

Ev biryar wê bandorê li ser 100,000 kesan bike.

Nêzîkî nîvê van kesan li herêma fransîaxêv Walonyayê dijîn.

Ev herêm ji alîyê aboriyê ve lawaze û salane pareke alîkarîya fînansî ji butçeya navendî werdigire.

Bruksel jî tevî Walonyayê wê rastî bandora negatîf a vê biryarê were.

Çaryekê hejmara kesên meaşê xwe yê bêkarîyê wê winda bikin li Bruksel û yên din li herêma Flanderê dijîn.

Kesên meaşê xwe winda bikin wê çi bikin?

Kesên muxatabê vê biryarê xwedî mafê wergirtina alîkarîya fînansî ya mehane ji CPAS/OCMW (Navenda Gelemperî ya Xebatên Civakî).

Lêbelê vê carê jî barê vê sazîyê bi serîlêdanên nû wê girantir bibe.

Pisporên li ser vê mijarê di wê bawerîyê de ne, reforma hikumetê wê negihîje armanca xwe.

Hikumet îdîa dike, reform wê zextê li kesên bêkar bike da ku ji xwe re karekê bibînin.

Pispor didin zanîn, pirî ji kesên bêkar ne xwedî hîndekarîya pîşeyî û zimanî ne da ku bikaribin kar peyde bikin.

Hikumeta koalîsyonê 

Hikumeta federal a Belçîkayê di sibatê de bi pêşengîya Tifaqa Nû ya Flaman (N-VA) de hat damezrandin.

Ji bilî N-VAyû Tevgera Reformîst (MR), Les Engagés, Xrîstîyanên Demokrat ên Flaman (CD &V) û Vooruit hevparê hikumeta koalîsyonê ne.

Xên jî Vooruitê hemû partîyên din ên koalîsyonê rastgir in.

Infowelat

————————————-

Foto: Ala Belçîkayê 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …