Konferansa Perwerdehiya Civaka Demokratîk dest pê kir

 

 

 

QAMIŞLO  Konferansa damezrêner a Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Rojava dest pê kir. Di konferansê de nûnerên Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP), Nûnerên Saziyên Zimanê Kurdî yên Kantona Efrîn û Kobanê, nûnerên Saziya Zimanê Suryanî, nûnerên Tevgera Ziman a Şengalê û nûnerên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên hersê kantonên Rojava amade bûn.

Îro konferansa damezrêner a Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Rojava li Akademiya Celadet Bedirxan a Ziman û Dîrokê ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di konferansê de nûnerên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên hersê kantonên Rojava, Serokê Desteya Perwrede û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo, Cîgirê wî Semîr Hac Elî, Seroka Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Efrînê Aytan Şêx Îsa, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Serokê Desteya Hawîrdorê Luqman Ehmê, Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Serok Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê Menal Mihemed Emîn û Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên amade bûn.

Salona konferansê bi pankartên bi nivîsên wekî “Perwerde ji bo civakeke demokratîk, azad û xwezayî ye.”, “Avakirina civakek demokratîk, avakirina netewa demokratîk e.” û “Xewneke azad, civakeke azad û welatekî azad.” û wêneyên cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin.

Çalakiyên konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. piştre ji bo birêvebirina konferansê dîwaneke ji 5 endamên herêmên Efrîn, Kobanê, Şengal û Cizîrê hate hilbijatin. Piştre Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axaftina destpêkirina konferansê kir û li darxistina wê li hemû gelên herêmê û beşdaran pîroz kir. Henîfe Hisên got ku ew di qonaxeke hestiyar re derbas dibin û niha hêzên YPG’ê li seranserî Rojava ji çeteyan paqij dikin û got: “Ev qonax qonaxa avakirin û perwerdehiyê ye.”

Henîfe Hisên di axaftina xwe de got ku şerê desthilatdariyê li Sûriyeyê ne di navbera rêjîm û opozîsyonê de ye. lê belê şerê di navbera hêzên sermiyadar ên navnetewî ku hewl didin serweriya xwe li Rojhilata Navîn zêde bikin de ye û bi hemû hêza xwe hewl didin siyasetên xwe li Rojhilata Navîn bidin meşandin.

Henîfe Hisên di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hemû hêzên sermiyadar li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji ber ku bê proje ne şerê hevûdu dikin û got: “Gelê Kurd li herêmê xwedî proje ye. projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, projeya netewa demokratîk e û avakirina jiyaneke civakî û azad dûrî nijadperestiyê armanc dike. Ev proje avakirina biratiya gelan û hezkirina di navbera hemû pêkhateyên herêmê û gelên Rojhilata Navîn armanc dike.”

Henîfe Hisên di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser hin hêzên opozîsyonê û di serî de koalîsyona niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê û got ew hewl didin rastiya serkeftinên hêzên YPG’ê berûvajî bikin.

Piştre peyamên pîrozbahiyê ku ji konferansê re hatine şandin, hatin xwendin.

Jêder: ANHA

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …