Aktîvîstê oksîtanî Fransayê têk bir

 

 

Serokê Partit Occitan (Partiya Oksîtan) David Groclaude piştî heşt rojan dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî. Groclau ji ber ku hikumeta Parîsê nêzîkî salekê ye damezrandina Ofîsa Fermî ya Zimanê Oksîtanî asteng dikir, dest bi grevê kiribû. Meclîsên herêmên Aquitaine û Pyrennes yên li başûrê Fransayê di Hezîrana 2014’an de biryara damezrandina ofîsa ziman girtibûn lê hikumeta navendî meşandina vê biryarê asteng dikir.

Groclaude di kêliya bidawîkirina greva xwe de got ku “Ez ê dev ji çalakiya xwe berdim, ji ber ku tiştê ku min daxwaz dikir bidest xist.”

Fransa di 1999’an de Peymana Ewropî ya Zimanên Kêmar û yên Herêmî îmze kir. Lê digel ku zimanên kêmar bi awayekî fermî wekî “zimanên herêmî” tên naskirin û ji aliyê destûra bingehîn wekî mîrateya çandî tê terîfkirin, hîn jî vê peymanê erê nekiriye.

Jêder: E-f-a.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …