Projeya ji bo diyarkirina nifûsa romanş

 

 

Romanş gelekî biçûk ku li Swîsreyê dijî lê ti kesî baş nizane gelo nifûsa wan çiqas e. Lia Rumantscha ku saziyeke romanş a li Swîsreyê ye hewl dide ku nifûsa tevahî ya gelê romanş fêr bibe û ji bo vê yekê jî projeke da destpêkirin.

Li gorî daneyên serjimara fermî yê 15 salan berê nifûsa romanş qasî 34,000’î ye. Di serjimarê de ji gel hatiye pirsîn ku ‘zimanê sereke yê jiyana we kîjan e?’ û li gorî bersivên hatine bidestxistin vê hejmarê derketiye holê.

Erdwin Ardüserê ku ji bo malpera swissinfo.ch ya girêdayê dewletê dixebite, di vê mijarê de wiha diaxive: “Lê li derdora 60,000 kesî wê bêje ‘Ez romanş im lê zimanê romanşî ne zimanê min ê sereke ye, ji ber ku li ser kar pêdiviya min bi almaniya Swîsreyê heye. Li gorî hin lêkolînan, vê hejmarê 100,000’i ye.”  Ardüser diyar dike ku vê hejmarê tevahiya gelê ku zimanê romanşî fam dike nîşan dide.

Graubunden2

Saziya Lia Rumantscha niha ji axêverên romanşî daxwaz dike ku defterekê ku li navenda saziyê ya li paytext Churê ya Kantona Graubündenê (bi romanşî Grischun) amade kirine, îmze bikin û bi vî awayî jî hejmara axêveran derkeve holê. Wê defter heta 15’yê Gulana 2019’an ku 100’emîn salvegera damezrandina saziyê ye, ji bo îmzeyê vekirîbe.

Romanşî zimanekî latînî ye û li başûrê rojhilata Kantona Graubünden ya li rojhilata Swîsreyê tê axaftin. Piraniya welatiyên li vê kantonê axêverên zimanê romanşî ne. Romanşî di 1938’an de bû yek ji çar zimanê fermî yê Swîsreyê.

Jêder: Swissinfo.ch

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …