“Di konferansê de biryar hat dayîn ku bi lezgîn şandeyeke hevbeş a Kurdistanî bê avakirin ku dê ji bo rastiya siyasî bixebite, bi aliyên pêwendîdar re bicive û li ser esasê pêkanîna vê nêrîna hevbeş danûstandinan bike.”
Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku îro li Qamişloyê pêk hat, hat ragihandin.
Endama Desteya Serokatiya PYDê Foza Yûsif û Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl encamname xwendin.
Encamname wiha ye:
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojava di 26ê Nîsana 2025an de bi beşdariya partiyên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û çalakvanên serbixwe yên kurd li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Konferans ji bo ku di avakirina nû ya Sûriyeyê de piştî hilweşandina rejîma zordar di 8ê Kanûna 2024an de nêrînek hevpar di navbera kurdan de çêbibe û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêk were hat lidarxistin.
Gelê Sûriyeyê ji bo parastina azadî û rûmeta xwe, ji bo hilweşandina vê rejîmê û bidawîkirina zilmê canê xwe feda kir. Gelê kurd li Sûriyeyê rastî pêkanînên vê rejîmê hatiye, gelek kes jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kurd jî şehîd bûne. Gelê kurd bi dehan salan ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û ji holê rakirina zilma li ser xwe têdikoşe û ev têkoşîna neteweyî bi têkoşîna avakirina sîstemeke demokratîk a piralî li Sûriyeyê pêk aniye.
Berpirsyariyên me yên dîrokî û pêwîstiyên pêvajoya niha hewce dike ku nerîneke hevbeş a kurdî bi îradeya kolektîf û çareseriyeke adil ji bo pirsgirêka kurd li Sûriyeyê, weke demokratîk û nenavendî bê avakirin.
Beşdaran belgeya li ser nêrîn û helwesta hevpar a kurdan ku di Konferansê de hat pêşkêşkirin, weke belgeyeke ku çareseriyeke adil û berfireh ji pirsgirêka kurd re pêşkêş dike, di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî de ku xwedî nasnameyeke pirneteweyî, pir olî, pirçandî ye, pabendî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye, parastina azadî û mafên jinan dike, beşdarbûna wan a bi bandor di saziyên siyasî, civakî û leşkerî de, û parastina mafên destûrî û parastina mafên kurdan dike.
Konferans helwesta hevbeş a Kurdî qebûl dike û daxwaz dike ku ew wek bingehek ji bo diyaloga niştimanî bê dîtin, çi di navbera hêzên siyasî yên kurdî de, çi di navbera wan û rêveberiya nû ya Şamê û hemû hêzên din ên netewî li Sûriyê. Armanc beşdarbûna di avakirina Sûriyeyeke nû de ye ku ji raman û kiryarên ku xwedî zihniyeteke yek alî be, rûmet û mafên gelan bê cudahî bi garantiyên destûrî diparêze, ku rêzê li peywendiyên Sûriyê yên herêmî û navdewletî bigire, û hemû gelên wê yên ku hêmaneke aramî û ewlehiyê li herêmê ne, bê jinavbirin û înkarkirina pêkhateyan.
Encam: Di konferansê de biryar hat dayîn ku bi lezgîn şandeyeke hevbeş a Kurdistanî bê avakirin ku dê ji bo rastiya siyasî bixebite, bi aliyên pêwendîdar re bicive û li ser esasê pêkanîna vê nêrîna hevbeş danûstandinan bike.”