Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi tevlîbûna 400 delegeyan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Di bernameyê de li ser navê hikumeta Herêmî ya Kurdistanê, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî axaftin hatin kirin û peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî hat xwendin.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo hat lidarxistin.
Hemû nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê û nûnerên taxên kurdan ên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê jî tevlî konferansê bibin.
Herwiha, şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê ji tevlî konferansê bûn.
Ji ber beşdarîya berfireh hejmara beşdaran li derdora 400î pêk hat.
Ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û serokê Encumane Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl wekî dîwana konferansê hatin hilbijartin.
Di konferansê de berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî axîvî û herwiha li ser navê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî axaftin hatin kirin û peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî hat xwendin.
Qonaxa misgorkirina mafên kurdan
Îlham Ehmed xêrhatina beşdaran wiha axivî: Dr. Hemîd Derbendî
“Rojava ji bo nîqaşkirina mafên xwe gihîştiye merheleyekê. Em gihîştin merheleya mîsogerkirina mafên kurdan.»
Îlham Ehmed wiha berdewam kir:
«Di serî de Birêz Serok Mesûd Barzanî, ji Bakurê Kurdistanê ji Girtîgeha Îmraliyê Rêzdar Serok Abdullah Ocalan her wiha rêxistinên din ên Kurdistanê, DEM Partî, YNK û Kak Bafil hemû rêxistinên Kurd piştgiriyê didin parastin û bipêşxistina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê.»
13 hezar şehîd
Piştre Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî axivî.
Mazlûm Ebdî got, ji bo parastina Rojava 13 hezar kes şehîd bûne.
Ebdî ji ber desteka wan a ji bo konferansê spasiya Hevserokatiya KCK, Mesûd Barzanî kir û wiha axivî:
“Yekitiya kurdan ji bo tevahîya Sûriyeyê hêzeke piştevaniyê ye. Pêdiviya Sûriye bi destûreke nû heye ku tevahî gelê Sûriyeyê hembêz bike û Sûriyeke demokratîk a nenavendî ava bike.”
Ebdî dîyar kir ku Konferansa Yekrêziya Kurdî dê zemîna avakirina lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî ava bike.
Bendewarîya ji bo kongreya neteweyî
Hevserokatîya KCKê peyamekê dîtinên û bendewarîyên xwe li ser konferansê ragihand.
Endama Lijneya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsifê peyama KCKyê xwend.
Beşeke ji vê peyamê wiha bû:
«Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî kurdan bi kar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gaveke dîrokî dibînin Em bawer in ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di paşerojê de hemû partiyên kurdan di kongreyeke neteweyî de bên cem hev.»
Barzanî: Şandeyeke hevpar ava bikin
Lîderê kurd Mesûd Barzanî jî bi peyamekê ji konferansê re şand.
Peyam ji alîyê nûnerê Barzanî Dr. Hemîd Derbendî ve hat xwendin.
Barzanî di nameya xwe de wiha bangî beşdarên bernameyê kir:
«Rêzdaran ez dixwazim dubare bikim yekgirtina kurdan û avakirina bingeheke hevpar, deriyê bingehîn ê çareseriya dadmend a Pirsgirêka kurd a li Sûriyeyê. Li ser vê bingehê, çêkirina şandeyeke hevpar a kurdî ji bo diyalogê li gel birêveberiya nû ya Şamê gaveke pêwîst, berpirsiyariyeke rastîn e ji bo avakirina paşeroja welat û mîsogerkirina mafên gelê me di pêvajoya biryarên siyasî de.»
DBP: Kurd xwedî biryarin
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir jî di konferansê de axaftinekê kir:
“Em wekî DBP, TJA û DEM Partiyê dixwazin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a rêzdar Ocalan bi piştgiriyeke xurt bigihînin 4 parçeyên Kurdistanê û cihanê. Beriya banga rêzdar Abdullah Ocalan wî ji Heyeta DEM Partiyê re eşkere kiribû ku divê li Rojavayê Kurdistanê nêrîn helwesta hemû alî û aktorên siyasî bên wergirtin. Di vê çarçoveyê de me li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û diyasporayê nêrîna hemû kesî wergirt. Me nêrînên wan gihandin rêzdar Abdullah Ocalan û ew bangewazî ji cihanê re hat parvekirin. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî biryar in û bi israr in û 2 tiştên dîrokî û cihanê ne. Yek azadî ye, ya duyem jî aştî ye.»
Infowelat
———————————————-
Foto: Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî