Koma G20 Rûsyayê şermezar kir

Amerîka û hevalbendên wê ji bo welatên din metneke bi vî rengî bidin îmzekirin gelek hevdîtinan kirin.

Lê digel vê jî di serî de Çîn, hin welatên din vê qebûl nekirin.

Lewma jî di deklerasyonê de ji bo şerê li Ûkraynayê du îfadeyên cuda hatin bikaranîn.

Civîna welatên G20 a li girava Bali ya Îndonezyayê bi dawî bû.

Piştî civînê, wekî her car deklerasyoneke (encamname)  hevpar hate weşandin.

Ji bo di metna deklarasyonê de Rûsya ji ber şerê li Ûkraynayê bê şermezarkirin, hewldaneke mezin hate kirin.

Amerîka û hevalbendên wê ji bo welatên din metneke bi vî rengî bidin îmzekirin gelek hevdîtinan kirin.

Lê digel vê jî di serî de Çîn, hin welatên din vê qebûl nekirin.

Lewma jî di deklerasyonê de ji bo şerê li Ûkraynayê du îfadeyên cuda hatin bikaranîn.

Îfadeye ewil a şermezarkirinê bi vî awayî bû:

Piraniya endamên G20  şerê li Ûkraynayê şermezar dikin û didin zanîn ev şer dibe sebeba êşeke mezin a însanî û lawaziyên heyî yên di aboriya cîhanê de xerabtir dikin.

Di dawiya vê de hate gotin, “endamên G20  bi awayekî zelal êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê şermezar dikin û ji wê dixwazin bê şert û merc ji Ûkraynayê vekişe.”

Lêbelê bi dûv van hevokan de jî hate diyarkirin “hin welat di warê nirxandina rewşê de cuda difikirin.”

Welatên endam ên G20.

Yek ji mijara di deklerasyonê de jî girt deynên giran ên hin welatan bû.

Di deklerasyon hate diyarkirin “meseleya deynan girantir dibe” û bang hat kirin bersiva daxwazên ji bo jinûvenirxandina dayina deynan bê dayîn.”

Enflasyona global jî îsal di deklerasyona rêxistina G20 de cî girt.

Hat ragihandin, bankeyên navendî yên endamên rêxistinê wê ji bo pêşîgirtina enflasyonê polîtîkayeke jidandî ya pereyan bimeşînin.

G20 an bi navekî din Koma 20’an rêxistineke navneteweyî ye ku bi meseleyên global re eleqeder dibe. Di rojeva vê rêxistinê de bi giranî aboriya global û guherîna avhewayê cî digire.

Rêxistina G20

G20 an bi navekî din Koma 20 rêxistineke navneteweyî ye ku bi meseleyên global re eleqeder dibe. Di rojeva vê rêxistinê de bi giranî aboriya global û guherîna avhewayê cî digire.

G20 di sala 2008’an de ji aliyê welatên pêşketî Koma G7’an hate damezrandin.

Endamên G20 ev welat in:

Amerîka, Arjantîn, Awustralya, Brazîl, Kanada, Çîn, Fransa, Almanya, Hîndistan, Îndonezya, Îtalya, Japonya, Koreya Başûr, Meksîka, Rûsya, Erebistana Siûdî, Afrîkaya Bakur, Tirkiye, Brîtanya, Yekitiya Ewrûpayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …