Li Kolombiyayê Hefteya Aştiyê dest pê kir

 Hefteya Aştiyê ya ku bi beşdariya ji 50’yî zêdetir rêxistin û Dêra Katolîk tê li dar xistin, di 8’ê Îlonê de li Kolombiyayê dest pê kir. Hefteya ku ji sala 1987’an û vir ve her sal tê li dar xistin, wê heta 15’ê Îlonê dewam bike.

Çalakiyên îsal wê di bin slogana “Aştî jiyan e: Em li ser aştiyê li hev dikin, em jiyana bi hev re ava dikin” bê li dar xistin û di vê çarçoveyê de konser, forûmên di derbarê aştiyê de, meşên dirêj, atolyeyên hunerê, pêşbirkên helbestan, danîşana fîlman û çalakiyên ji bo zarokan bên li dar xistin.

Li aliyekî din, wê bi çalakiyan  ji bo diyaloga hikumetê û FARC-EP’ê destek bê dayîn û lidarxistina muzakereyan bi ELN’ê re bê daxwazkirin. Organîzatorên Hefteya Aştiyê ya 2013’an wê mesajekê ku ji aliyê berdevkên naskirî yên tevgera civakî ya aştiyê ji heyeta ku li Havanayê muzakereyan dimeşîne re bê pêşkêşkirin, amade bikin.

Berpirsê rêxistina Redepaz Luis Emil Sanabria da xuyakirin ku “bername hewl dide ku xebata bi hezaran kesan û rêxistinên civaka sivîl ku ji bo serfiraziya aştiyê, veguherîna aştiyane ya pevçûnan û bi armanca avakirina însiyatîfên ji bo birûmetkirina jiyanê dixebitin, nîşan bide.”

Kardînal Ruben Salazar ku Serpîskoposê Bogotayê ye, bangî gelê Kolombiyayê kir ku beşdarê çalakiyan bibin û diyar kir ku “Di pêvajoya sedan salan de aştî yek ji karê herî mezin ê dêrê bûye.”

Çavkanî:

Telesur

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …