Trump bi zeptûrepta xwe Ukraynayê neçar hişt agirbestê qebûl bike.
Putin ji bo agirbestê lembeya kesk vêxist lê xwest “sebebên esasî yên vê alozîyê” bên çareserkirin.
Dîplomasîya cîhanê bi nûçeya derbarê aştîya Ukraynayê de li nava hev dikeve. Aktorê geşedana dawî serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Trump bi zeptûrepta xwe Ukraynayê neçar hişt agirbestê qebûl bike.
Zelenskyê li Qesra Spî bi Trump re nîqaş kir, poşmanîya xwe ragihand û ev jî rêya agirbestê vekir.
Bi dûv vê re, hemû awir zivîrîn ser helwesta Moskowê.
Putin erênî axivî
Vladimir Putin duh di daxuyanîya xwe ya li Kremlinê de bersiva pirsên derbarê mijarê de da.
Putin di daxuyanîya xwe ku serokê Belarûsê Alexander Lukashenko jî tevlî bû, kêfxweşîya xwe ya ji bo pêşnîyaza agirbestê dîyar kir.
Tevî vê jî, serokê Rûsyayû got, ew dixwaze “sebebên esasî yên vê alozîyê” bên çareserkirin.
Putin ragihand, divê Ukrayna di dema agirbestê de dawî li biçekbûnê bîne û alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bê sekinandin.
Donald Trump jî di daxuyanîya xwe tevlî sekretere giştî yê NATOyê Mark Rutte re li ser mijarê axivî.
Trump derbarê hevdîtinên Amerîka-Ukraynayê de jî agahîyeke giring parve kir.
Trump got, “wan erdên dikarin di destên Ukraynayê de bimînin û yên wê ji destên wê derkevin” nîqaş kirine.
Serokê Amerîkayê got, “Em ê bibînin ka Rûsya wê qebêl bike. Eger neke wê rewş ne baş be.”
Zelensky dîsa Putin sûcdar kir
Zelenskyê li ser mijarê axivî, dîsa berê xwe da Putin û wî rexne kir.
Serokê Ukraynayê bi van gotinan êrişî Putin kir:
“Em niha hemû gotinên mirov texmîn dike yên manîpulatîf ên di bersiva wî ya ji bo fikra agirbestê de cî digirtin, bihîst.”
Amerîka û Ukrayna di hevdîtinên li Erebistana Siûdî li ser agirbestê li hev kiribûn.
Agirbesta mijara gotinê wê 30 roj dom bike û di heman demê de amadekarîya ji bo muzakereyên aştîyê bên kirin.
Infowelat
—————————————-
Foto: Komeke leşkerên Artêşa Ukraynayê