Ji Konseya Bajêr banga bêdengkirina çekan

 

 

 

Konseya Bajêr a Amedê, bal kişand ku bi qedexeya ser kolanan re bi hezaran mirov ji mafên xwe yên sereke bêpar mane, bi dehan kesên sîvîl jiyana xwe ji dest daye û xwest ji bo aştî û muzakereyan derhal çek bêne bêdengkirin. Konseya Bajêr xwedî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 4 şaredariyan derket û diyar kir bêbextî li wan tê kirin û dijî hewldana peywirkirina kayyuman nerazîbûneke tund nîşan da.   

Konseya Bajêr a Amedê, ji bo qedexeya derketina kuçeyan ku 45 roj in heye, şer, kuştina sîvîlan û bêîtibarkirina şaredariyan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da. Pêkhateyên Konseya Bajêr, endamên HDP, ÇHD û xebatkarên tenduristiyê ku Nobeta Aştiyê digirin beşdarî vê daxuyaniyê bûn.

Li ser navê 275 pêkhateyên Konseya Bajêr Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr Cîhan Aydin, daxuyanî xwend, diyar kir, bi qedexekirina kuçeyan bi sed hezaran kes bêyî tu tevdîr bêne girtin, bêyî mercên wan ên spartin û xwedîbûnê bêne çareserkirin, binpêkirina ji bo mafên jiyanê bi awayekî rutîn hatine kirin û ji bo vê tu kirineke adlî nehatiye kirin. Aydin bal kişand ku mirovên sîvîl bûne qurbaniyê kuştinên bêdarizandin, cenazeyên wan bi rojan li erdê mane û weha axivî: “Her kesê bêyî dilê dewletê diaxive xayîn tê îlankirin, der barê wan de doz tê vekirin, tê biçavkirin, tê girtin. Wekî çawa berî çend saetan 19 akademisyen ji ber daxuyaniya bo aştiyê hatin binçavkirin.” Aydin, bi bîr xist ku Konseya Bajêr dê bi her aliyê civakê ku daxwaza aştiyê bike re di nav hevkariyê de be û pêkanînên li ser azadiya ramanê şermezar kirin.

‘Me jî venêrt, bêbextiyên dijî şaredariyan dûrî rastiyê ne’

Aydin bal kişand ser bêbextiyên di “medyaya hewzê” û got, butçe û mezaxtinên Şaredariya Bajarê Mezin û 4 şaredariyên navçeyan çawa ji aliyê mufetîşên mulkiye û Sayiştayê ve hatine venêrtin heman demê ji aliyê Konseya Bajêr ve jî hatine venêrtin. Aydin diyar kir ku venêrtina butçe û mezaxtinan ji aliyê Komisyona Butçe ya Konseya Bajêr ve hatiye kirin û got, dema pêş ew ê van raporan bi raya giştî re parve bikin. Aydin, aşkere kir ku tu rastiya bêbextiyan nîn e û got, ew nîqaşên ser damezrandina “kayyum”î bi sosretî temaşe dikin. Aydin destnîşan kir ku pîvana “kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ancax ji aliyê gel ve ji wezîfeyê bêne girtin” bi bîr xist û got, di dewleta hiqûqê de pêwist be hiqûq serdest be.

‘Hê cenaze li erdê şerm e nîqaşên rantê’

Aydin bal kişand ku ji ber şer bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye, nirxên çandî û dîrokî zirareke mezin dîtiye û got, di wexteke weha de nîqaşkirina veguherîna bajarî “şermeke” mezin e. Aydin banga aştiyê ya konseya bajêr bi bîr xist û xwest demildest çek bêne bêdengkirin û dîsa vegerin ser maseya aştî û muzakereyê.

Jêder: Diyabakir.bel.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …