Rûsya leşkerên nû dişîne Ûkraynayê

Moskow diyar kir, kesên di çarçoveya seferberiyê de tevlî artêşê dibin wê biçin eniya şer

Kurtedemek berê Vladimir Putin bi hinceta ewlekariya Rûsyayê seferberiya qismî ragihandibû

Rûsya leşkerên tevlî seferberiyê dibin perwerde dike.

Lewma jî welat vediguhere kampeke servekirî ya leşkerî.

Li gelek aliyên welêt kesên tevlî artêşê dibin, nuqteyên perwerdeya leşkerî tên avakirin.

Di hîndekariyê de bikaranîna çekan, teknîkên komunîkasyonê û zanîna topografyayê tên fêrkirin.

Yek ji qada leşkerî ya li bakurê welêt, nêzîkî bajarê Nijni Novgorodê ye.

Li vê deverê bi sedan leşkerên berê û sivîl tên perwerdekirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu got; kesên wê di çarçoveya seferberiyê de tevlî artêşê bibin, wê biçin eniya Ûkraynayê.

Li aliyekî din, Moskow derbarê seferberiya welatiyan de daxuyaniyek din da.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoygu got; kesên wê di çarçoveya seferberiyê de tevlî artêşê bibin, wê biçin eniya Ûkraynayê.

Bi van gotinan, careke din Moskow li xwe mukur hat, ji bo domandina dagirkirina erdên Ûkraynayê hêza wê ya heyî têr nake.

Hêjayî gotinê ye, kurtedemek berê serokê Rûsyayê Putin bi biryareke surprîz seferberiyeke qismî ragihandibû.

Putin sebeba biryara xwe spartibû rewşa li Ûkraynayê û gefên welatên Rojava yên li dijî ewlekariya Rûsyayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …