Îspanya dixwaze butçeya Yekitîya Ewrûpayê (YE) bibe 2 trîlyon euro.
Bi pêşnîyaza Îspanyayê armanc ev e, yekitîya polîtîk a YEyê ber bi yekitîya darayî ve berfireh bibe.
Îspanya dixwaze butçeya Yekitîya Ewrûpayê (YE) bibe 2 trîlyon euro.
Hikumeta îspanyol vê pêşnîyazê ji bo butçeya heft salên bê yên YEyê kir.
Madrîd dixwaze bi zêdekirina butçeyê hêza finansî ya YEyê xurt bibe.
Niha butçeya YEyê bi qasî 1.2 trîlyon euro ye.
Ji bo zêdekirina butçeyê jî Îspanya dixwaze hikumetên welatên endam bikaribin bi hev re pere deyn bikin.
Îspanya rêbaza deynên hevpar a ji bo dema piştî-Covidê mînak nîşan dide.
Dema ev pêk were, berpirsîyariyeke hevpar a ji bo deynên yekitîyê pêk tê.
Tevlî Îspanyayê, Fransa û Îtalya jî alîgirên deynên hevpar ên YEyê ne.
Lêbelê Almanya vê qebûl nake mixalefetek hişk li hemberê vê rêbazê dike.
Bi pêşnîyaza Îspanyayê armanc ev e, yekitîya polîtîk a YEyê ber bi yekitîya darayî ve berfireh bibe.
Fona 422 milyar euro
Li alîyekî din, Madrîd dixwaze pereyê di bin banê Mekanîzmaya Îstikrarê ya Ewrûpî de kom bûye bê bikaranîn.
Îspanya dîyar dike, bikaranîna vê fonê ji bo têkoşîna li hemberê krîza aborîyê ya piştî Şerê Ukraynayê giran dibe, pêwîst e.
Mîqtara fona qala wê têkirin bi qasî 422 mîlyar Euro ye.
Infowelat
————————————————
Foto: Ala Îspanyayê