Trump ji bo serokê Ukraynayê got, “dîktator” û dîyar kir, eger ew nelezîne “wê welatê wî nemine.”
Zelensky di daxuyanîya xwe de got, Trump “di nava deenformasyonê de asê maye.”
Lîderên ewrûpî piştî gotinên Trump ketin nava hereketê û hin ji wan bersiva Trump dan.
Trump navbera xwe bi hemû hevalbendên Amerîkayê re bilez xera dike.
Serokê nû yê Amerîkayê vê carê ji bo Zelensky gotinên giran kirin.
Trump ji bo serokê Ukraynayê got, “dîktator” û dîyar kir, eger ew nelezîne “wê welatê wî nemine.”
Trump got, desteka Zelensky ya civakî daketîye ji % 4an.
Donald Trump van gotinên xwe yên ku ji bo herkesi surprîz bû, di aplikasyona Truth Social de nivîsî.
Trump sebeba ka çima ji Zelensky re dibêje dîktator wiha nivîsî:
“Dîktatoreke bêyî hilbijartin li ser kar e, baştire Zelenksy bilez hereket bike an wê welatê wî nemine.”
Serokê Amerîkayê îdîa kir, Zelensky dixwaze bi pereyê Amerîkayê şerê bi Rûsyayê re dirêj bike.
Trump got Zelensky “komedyenekî ne xwedî serfirazîyeke biçûk” e ji bo şerekî ku nikare serkeftî be 350 mîlyar dolarê Amerîkayê daxwaz kirîye.
Zelensky bersiv da Trump
Zelenskyê ku heta niha nedixwest reaksîyon nîşanî Trump bide, vê carê bersivê da Trump.
Zelensky di daxuyanîya xwe de got, Trump “di nava deenformasyonê de asê maye.”
Gotinên Trump ên dawî wekî destekeke eşkere ya ji bo Rûsyayê tê qebûlkirin.
Hevdîtina bi Rûsyayê re ya bêyî Ewrûpa û Ukraynayê û sûcdarkirina Zelensky wekî sebeba domandina şer tawizeke mezin a ji bo Rûsyayê tê qebûlkirin.
Ewrûpa reaksîyon nîşan da
Lîderên ewrûpî piştî gotinên Trump ketin nava hereketê û hin ji wan bersiva Trump dan.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got, Zelesnky “lîderê Ukraynayê ya bi awayekî demokratîk hatîye hilbijartin.”
Starmer got ew destekê dide serokê Ukraynayê Zelensky.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got, redkirina “rewabûna demokratîk” a Zelensky “şaş e û xetere ye.”
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson dîyar kir, bikaranîna peyva “dîktator” ne rast e.
Herwiha, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê gotinên Trump wekî “absurd” pênase kir.
Infowelat
——————————-
Foto: Volodimir Zelensky