Îran êrişî Îsraîlê kir

Vê carê Îranê bi êrişeke mezin tirsa şerê herêmî gur kir.

Îranê êvara sêşemê nêzîkî 200 fuzeyan avêt Îsraîlê.

Alozîya li Rojhilata Navîn derî li xetereya şerekî herêmî vedike.

Vê carê Îranê bi êrişeke mezin tirsa şerê herêmî gur kir.

Îranê êvara sêşemê nêzîkî 200 fuzeyan avêt Îsraîlê.

Hedefa piranîya fuzeyan bajarê Tel Avivê bû.

Îsraîlê ragihand, sîstema wê ya parastina hewayî fuzeyan bêtesîr kirîye.

Herwiha, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soza tolhildanê li Îranê xwar.

Encamên êrişa dawî hîn bi tevahî nehatîye zelalkirin.

Lê tevî vê jî Supayên Pasdaran ragihand, êriş gihîştîye armanca xwe.

Supayê Pasdaran hêza bijartî ya rejîma Îranê ye û berpirsê êrişa dawî ye.

Li aliyekî din, welatên Rojava li hember êrişa Îranê bêdeng neman û li pey hev desteka xwe ya ji bo Îsraîlê eşkere kirin.

Welatên Rojava destekê dan Îsraîlê

Di warê destekê de Amerîka, Fransa û Brîtanya serî kişandin.

Amerîkayê ragihand, wê çend saet berîya êrişê Îsraîlê agahdar kirîye.

Ligel parvekirina vê agahîyê,  hêza deryayî ya Amerîkayê ku li rojhilatê Derya Spî ye, ji bo parastina Îsraîlê ket nava hewldanê.

Di heman rojê de êrişeke din a li hember Îsraîlê hat lidarxistin

Çekdarekî filistînî li bajarê Tel Avivê gule bi ser sivïlan de barandin.

Di vê êrîşê de 6 sivîl jiyana xwe ji dest dan û êrişkar hat kuştin.

——————————————

Foto: Êrişa Îranê ya bi ser Îsraîlê ve./Medyaya Civakî

Infowelat

Artêşa Îsraîlê ket başûrê Libnanê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …