Amerîka hebûna xwe ya li Rojava xurtir dike

SOHR (Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê) radigîne, hêzên amerîkî baregehên xwe yên li Hesekê û Kobanê bihêztir dikin.

Sazîyê piştrast dike, di 2yê kanûna paşîn de hêzên Amerîkayê li bajarê Kobanê dest bi avakirina baregeheke nû kirine.

Amerîka hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê xurtir dike.

SOHR (Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê) radigîne, hêzên amerîkî baregehên xwe yên li Hesekê û Kobanê bihêztir dikin.

Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê di dawîya hefteyê de ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Rojava bûye.

Karwan ber bi Tel Bayder û Qesirkê ve ku bi ser Hesekê ve ne çûne.

Heman çavkanî radigihîne, karwaneke din a leşkeri ya amerîkî jî ber bi Kobanîyê ve çû ye.

Çend roj berê balafireke barhilgir a leşkerî ya amerîkî alavên leşkerî û lojîstîk anîbû bajarokê Şedadîyê.

SOHR piştrast dike, di 2yê kanûna paşîn de hêzên Amerîkayê li bajarê Kobanê dest bi avakirina baregeheke nû kirine.

Ev baregeh wê ji bo hevkarî û koordînasyonê bê bikaranîn.

Polîtîkaya Pentagonê

Pentagonê li ser daxwaza Donald Trump, di dawiya sala 2019an de leşkerên amerîkî ji herêma Kobanîyê vekişandibûn.

Tirkîyeyê vê yekê veguherandibû firsendê û deverên Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiribûn.

Hebûna hêzên amerîki yên li ser sînorên Rojava-Tirkîyeyê wekî îşareteke daxwaza Pentagonê ya parastina Rojava ji êrişên Tirkîyeyê tê qebûlkirin.

Lê tevlî vê jî, ji niha ve nayê zanîn ka Donald Trump di dema serokatîya xwe de wê politikaya Rojava bidomîne an na.

———————————————–

Infowelat

Foto: Leşkerên Amerîkayê yên li Rojava/Dengê Amerîkayê

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …