Çima Barzanî çû Enqereyê?

Serokê başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo hevdîtinan çû Tirkîyeyê.

Gelek kes di wê bawerîyê de ne naveroka esasî ya serdanê hilbijartina li Başûr e.

Serokê başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo hevdîtinan çû Tirkîyeyê.

Barzanî bi li Enqereyê bi serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan, Wezîrê Karen Derve Hakan Fîdan û şefê Mîtê Îbrahîm Kalin re civîya.

Ev serdan di proseyeke krîtîk de ya ji bo Rojhilata Navîn û başûrê Kurdistanê pêk tê.

Dewleta tirk  planên dîzaynkirina balansa hêzê ya li herêmê ji bo xwe xetere qebûl dike.

Ji bilî vê, Enqere di hilbijartina li Başûr destekê dide PDKê.

Bi polîtîkaya midaxaleyê, dixwaze rê li ber YNKê bigire û serdestîya PDKê bidome.

Barzanî armanca hevdîtina bi rêveberên Tirkîyeyê re wekî pêkanîna “aramîya herêmî” û “xurtkirina têkilîyan” nîşan da.

Hevkarên kurd ên dewleta tirk jî piranî serdanê wekî derfeta xurtkirina têkilîyên aborîyê nîşan didin.

Wekîlê AKPê Abdurrahman Kurt, wekîlê service Salim Ensarioglu û serokê Odeya Bazirganîyê yê Amedê Mehmet Kaya di hevpeyvînên xwe yên di Rûdawê de vê mijarê derxistin pêş.

Mehmet Kaya got, bazirganîya di navbera her du alîyan de dikare bibe 30 milyar dolarî.

Kaya û Ensarioglu qala pêdivîya aştîyê û guherîna polîtîkaya dewleta tirk jî kirin.

Tirsa Tirkîyeyê

Tevî vê jî, gelek kes di wê bawerîyê de ye naveroka esasî ya serdanê hilbijartina li Başûr e.

Serkeftina muhtemel a YNKê ji bo Tirkîyeyê wekî xewnereşkë ye ji bo astengkirina vê çi ji dest tê dixwaze bike.

Tê ragihandin, lawazbûna sîyasî ya PDKê dikare derfeta stratejîyeke xwedî perspektîfa kurdistanî derxe holê.

————————————

Foto: Hevdîtina Tayîp Erdogan û Nêçirvan Barzanî/Medyanews

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump gefa “qiyametê” li Hamasê xwar

Rojhilata Navîn bi gefa Trump dike careke din derî li alozîyê veke. Donald Trumpê ku …