Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî li Selahaddînê hevdîtinekê kirin.
Her du lîder pêşxistina helwesteke hevbeş a kurd li Rojavayê Kurdistanê axivîn.
Hevdîtîn wekî gaveke giring a ber bi yekitîya neteweyî ya kurdan ve tê qebûlkirin.
Fermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi lîderê başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekê kir.
Hevdîtîna her du alîyan wekî gaveke giring a ber bi yekitîya neteweyî ve tê qebûlkirin.
Ji ber ku rêveberîya başûrê Kurdistanê ji destpêkê ve li hember Şoreşa Rojeva xwedî helwest bû.
Hewlêr û bi taybetî jî PDKê rêveberîya li Qamişloyê wekî nûnerên rewa yên Rojavayê Kurdistanê qebûl nedikir.
ENKS wekî nûner û Pêşmergeyên Roj jî wekî hêza leşkeri ya Rojava hatibûn amadekirin.
Çima hevdîtin aniha pêk hat?
Lêbelê serfirazîya Şoreşa Rojava, berxwedana serkeftî ya li hember dagirker û wekîlên wan û derfet û xetereya li hember gelê kurd a piştî hilweşîna dîktatorîya Esed, PDKê neçar hişt vê pozîsyona xwe nerm bike.
Ev jî derî li hevdîtina Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî re vekir.
Berîya vê hevdîtinê, nûnerê Barzanî çûbû serdana Ebdî.
Piştî vê jî, Ebdî bi telefonê bi serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê re hevdîtinekê kiribû.
Di hevdîtina Barzanî û Ebdî de fermandarê giştî yê YPJê Rojhilat Efrîn û ji PDKê Dr. Hemid Derbendî û Sîdad Barzanî jî amade bûn.
Daxuyanîya Nivîsgeha Barzanî
Bi dûv hevdîtinê de, Nivîsgeha Barzanî li ser mijarên hatine gotûbêjkirin daxuyaniyekê belav kir.
Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de got:
“Di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên kurdî yên Sûriyeyê hatin nirxandin.”
“Serok Mesûd Barzanî vê êvarê fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Ebdî li Selahahddînê qebûl kir. Di civînê de rewşa heyî, ewlehî û pêşdeçûnên siyasî mijarên wan bûn. Li ser ku niha divê alîyên Kurd yên siyasî li hemberê pêşdeçûnên li Sûriyê divê helwesteke çawa bigrin û ji bo yekdengiya kurdên Rojava divê çi bê kirin, danûstendin hatin kirin.”
Daxuyanî wiha berdewam kir:
“Di vê hevdîtinê de hat tekezkirin ku pêwîst e aliyên kurd yên Sûriyeyê bêyî destwerdana ti aliyan û bi rêbazên aştiyane biryara çarenivîsa xwe bidin û ji bo misogerkirina mafên xwe bi yekrêzî û helwesteke hevbeş bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigihêjin têgihiştinê û rêkeftinê.”
Infowelat
————————————————
Foto: Mezlûm Ebdî û Mesûd Barzanî/Rudaw