Tirkmenên Iraqê daxwaza xurtkirina temsîlê dikin

 

 

 

Nûnerên tirkmenên li Iraqê daxwaza xurtkirina temsîla wan a di hikumeta herêmî ya Kurdistan û hikumeta navendî ya Iraqê de kirin. Wekîlê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ya Parlamentoya Iraqê Aydın Marûf di daxuyaniya ji bo AA‘yê de got ku berfirehkirina temsîla wan a di her du astan de “mafê xwezayî û hiqûqî” ya tirkmenan e.

Marûf diyar kir ku tirkmen vê daxwazê di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de tînin ziman û ji ber ku ew ew li Iraqê koma etnîk a sêyemîn û li Kurdistanê ya duyemîn in divê vê gavê vê avêtin. Wekîlê tirkmen got ku wê vê gavê “ji bo têkiliyên tirkmen-kurd û tirkmen-ereb nuqteyeke girîng be û ji bo siberoja welat bi feyde be.”

Wekîl daxwazên xwe yên ji hikumeta herêmî ya Kurdistanê wiha îfade kir: “Em dixwazin ligel Serokê kurd Mesûd Barzanî cîgirekî tirkmen hebe.” Wekîl diyar kir ku wan vê daxwazê bi rengekî fermî ragihandine serokatiyê Kurdistanê.

Eniya Tirkmen a Iraqê di heman demê de ji hikumeta Kurdistanê daxwaz dike ku wezaretekê ji bo mijarên bi tirkmenan re eleqeder bê damezrandin.

Li gorî Wezareta Plankirinê ya Iraqê, di 2013’an de li welat nêzîkî 2 milyon tirkmen dijiyan. ITC di hilbijartinên giştî yên Iraqê yên di 2010’an de li Kerkûkê 3 û li Mûsilê 3 kursî bi dest xistibû. Tevlî wekîlên din ên tirkmen ên ji rêxistinên din tevahiya hejmara wekîlên tirkmen ên di parlamentoyê de 10’e.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …