Gelo Sûriye careke din ber bi şerê navxweyî ve diçe?
Projeya îslama radîkal di nava elewîyan de rastî bertekan tê.
Bi dûv hilweşîna rejîma Baasê û vir ve cara ewil elewî bi girseyî reaksiyon nişan dan.
Piştî dîmenên êrîşa tirbeke elewiyan, Sûrîye careke din li nava hev ket.
Li gelek bajaran gelê elewî rabûn ser piyan û protestoyan li dar xistin.
Navendên alozîya dawî bajarên Hums, Tartûs û Lazqîye ye.
Rêveberîya HTŞê li her sê bajaran rewşa awarte ragihand û derketina derve qedexe kir.
Protestoyên heyî piştî ku li Şamê Dara Noelê hat şewitandin, dest pê kirin.
Çalakîyên girseyî di demeke kurt de belavî herêma elewîyan a li Derya Spî bûn.
Çekdarên HTŞê li gelek deveran gule li ser çalakgeran barandin û di encam de windahîyên sivîl pêk hatin.
Fikar heye ku bûyerên dawî veguhere pevçûneke di navbera elewî û rêveberîya sunî ya li paytext Şamê.
Pevçûna hêzên Baasê û HTŞê
Wezareta Navxweyî ya hikûmeta Şamê diyar kir, nêzîkî Tartûsê di navbera hêzên wan û hêzên girêdayî Beşar Esed de pevçûn derketîye.
Hat ragihandin, dema hêzên girêdayî rêveberiya nû xwestine rayedarekî bere yê Girtîgeha Sednayê bigirin, çekdarên rejîma Baasê li hember vê asteng kirine.
Di encama pevçûna çekdarî de 14 endamên ewlekariyê yên HTŞê û 3 alîgirên Esed hatin kuştin.
Infowelat
————————————————-
Foto: Komeke çekdarên HTŞê/ANHA